KNK`ê Cejna Noelê li Xiristiyanan pîroz kir

KNK`ê Cejna Noelê li hemû Xiristiyanên cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her derê cîhanê.

KNK`ê Cejna Noelê li Xiristiyanan pîroz kir
25 kanûn, 2020   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya Cejna Noelê peyamek weşand.

Peyama KNK’ê wiha ye:

“Rojabûyîna Îsa Mesîh di cîhana Mesîhiyê de rojeke pîroz e. Bi vê armancê 25’ê Kanûnê wekî roja bûyîna Îsa Mesîh tê pîroz kirin. Rojên pîroz ên dînî, di hemû dînan de bihadar in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên girîng bi coş û şahî û seremoniyên mezin li nav xwe û perêsgehên xwe pîroz dikin.

Li Kurdistanê nufûseke mezin a bawermendên Îsa Mesîh û kitêba pîroz Incîlê hene û hevwelatiyên bi qedr û qîmet in. Di nav KNK’ê de jî hevwelatiyên Mesîhî têne temsîlkirin.

Cejna Noelê ev nêzî 2 hezar sal e li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.

Bi munasebeta vê roja pîroz, KNK di serî de Noela Mesîhiyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhiyên dinyayê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dike. Hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her derê cîhanê.”

(cx)