Li Dêrikê rêjeya xwendina pirtûkan zêde bûye

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peydabûna pirtûkan, çapkirina wan, vekirina çapxane û pirtûkxaneyan û lidarxistina pêşangehan re, asta xwendinê zêde dibe.

Li Dêrikê rêjeya xwendina pirtûkan zêde bûye
Li Dêrikê rêjeya xwendina pirtûkan zêde bûye
Li Dêrikê rêjeya xwendina pirtûkan zêde bûye
25 kanûn, 2020   08:19
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Li bajarê Dêrikê 2 pirtûkxane hene; Pirtûkxaneya Navendî ya Giştî ya girêdayî Navenda Dicle ya Çand û Hunerê û Pirtûkxaneya Manîsa ya taybet.

Pirtûkxaneya Manîsa beriya 5 salan hate vekirin, xwediyê wê Azad Dawûd anî ziman ku li gorî salên borî kirîna pirtûkan zêdetir bûye. Dawûd diyar kir ku herî zêde roman tên xwestin, lê hîna pirtûkên dîrok û felsefeyê û pirtûkên bi zimanê kurdî kêm tên firotin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/12/25/082708_.png

Dawûd da zanîn ku Pirtûkxaneya Manîsa hewl dide li hundirê pirtûkxaneyê atmosfereke guncaw ji bo xwendinê peyda bike, di wê çarçoveyê de pirtûkxane hate firehkirin û cihekî taybet wekî qehwexaneyekê ji bo xwendinê hate veqetandin.

Dawûd got hejmara çapxane û weşanxaneyên li herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê zêde bûye û vê yekê hişt ku xwendin bi pêş bikeve, her wiha destnîşan kir ku divê çapkirina pirtûkan baştir bibe da ku hîn zêdetir mirovan teşwîqî xwendinê bike.

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, her sal Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li dar dixe. Pêşangehê bi rêjeyeke berbiçav tevgera çapkirin û belavkirinê û firotina pirtûkan zêde kir.

Dawûd got divê hejmara pirtûkxaneyên giştî û taybet ên li bajar û navçeyan zêdetir bibe, da ku derfeta pêşandana pirtûkan çêbe.

Li aliyekî din nivîskar Ciwan Îbrahîm ku berpirsê Pirtûkxaneya Giştî ya Navenda Dîcle ya Çand û Hunera Dêrikê ye, diyar kir ku Rêveberiya Xweser li dibistan û saziyan derfetên xwendinê peyda kirin, vê yekê hişt ku xwendekar li jêderan vegerin û serdana pirtûkxaneyan bikin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/12/25/082438_-.jpg

Pirtûkxaneya Giştî pirtûkan dide kesên serlêdanê dikin bi şertê ku vegerînin. Îbrahîm piştrast kir ku ew navên nivîskaran didin xwendekaran da ku teşwîqî xwendinê bibin û wiha domand: “Lê ev têrê nake, divê saziyên perwerdeyê, rêveberiyên dibistanan, navendên çandê û malbat bi erka xwe rabin û zarokên xwe teşwîqî xwendinê bikin.

Îbrahîm destnîşan kir ku li pirtûkxaneyê 12 hezar pirtûk hene û her kes dikare serdanê bike û pirtûkan wergire, lê dema bi dawî kir divê vegerîne.

Di dawiyê de Ciwan Îbrahîm bang li desteyên çandê kir ku hin kesan erkdar bikin, da ku li pirtûkan haydar bin.

(eh)

ANHA