Li Efrîna dagirkirî dorpêçkirina gundan û hemleyên serdegirtin û revandinê dewam dikin

Ji destpêka vê mehê ve çeteyên dewleta Tirk li gelek gund û navçeyên kantona Efrînê ya dagirkirî hemleyeke berfireh a revandinê dan destpêkirin. Hîna jî gelek gundên dorpêçkirî hene û ketin û derketina sivîlan li wan gundan hatiye qedexekirin.

Li Efrîna dagirkirî dorpêçkirina gundan û hemleyên serdegirtin û revandinê dewam dikin
25 kanûn, 2020   08:01
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dorpêçkirina gundên kantona Efrînê ya dagirkirî, revandina sivîlan û hemleyên serdegirtina malên şêniyên resen bê serûber dewam dikin.

4`ê Kanûnê çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundên Basûfan û Kibêşîn ên navçeya Şêrewa ji her çar aliyan ve dorpêç kirin û dest bi girtina sivîlan kirin. Li ser wê yekê bi ser malên sivîlan de girtin û bi dehan sivîl bêyî ku cudahiyê bixin navbera jin û mêran, revandin.

Navên hin kesên hatine revandin ev in: "Xelîl Ehmedo, Ereb Şahîn Erebo, Rêzan Îbrahîm Heyder Erebo (22), Şêxo Izedîn Îbrahîm, Cano Qasim Qasim, Remzî Fewzî, Ehmed Elo, Riyad Elî Seyf El-Dîn (33), Nabo Elî Oso, Xerîb Mûsa Nebo, Canpolat Seîd Cinêd û Xezalê Selmo (40)."

Piştî Basûfanê, çeteyan tevî îstixbarata Tirkiyê gundê Biyê yê li hemberî Basûfanê dorpêç kirin û zêdetirî 15 sivîlên gund revandin. Ji wan navên van kesan hatin zanîn: "Omer Hesen Xelo, Mûsa Elî, Nasir Omer, Hecî Îbrahîm, Seîd Ehmed, Rolat Seîd Ehmed, Îbrahîm Mûsa Elî, Cemal Behrî, Izet Behrî, Ehmed Mihemed Mehmûd, Mehmûd Sebrî Hemo, Mihemed Hesen Xelîl, Merwan Hecî Osman, Mihemed Mistefa Mamo û Mistefa Osman Mehmûd." Di heman demê de çeteyan telefonên destan desteser kirin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, beriya çend rojan çeteyên bi navên Cebhe El-Şamiyê li gundê Erendê, Misteşûra, Hec Qasima, Dela û Şîtka hemleyên revandinê yên befireh dan destêkirin. Her wiha gundê Mîrkan dorpêç kirin û zêdetirî 100 sivîl ji gund revandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê tên, hemleyên revandinê hîna dewam in, her wiha çete gundên navçeya Şêrewa û gundê Mîrkan ê navçeya Mabata dorpêç dikin û ketin û derketina şêniyan qedexe dikin.

(eh)

ANHA