Şêniyên Şedadê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da

Şêniyên navçeya Şedadê careke din piştgiriya xwe ji berxwedana QSD`ê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên qaşo bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ re nîşan da.

Şêniyên Şedadê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da
25 kanûn, 2020   07:53
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Ruxmî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî şerê heyî peyman hatin mohrkirin, lê dîsa jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên qaşo bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê, sûcên li dijî gelên herêmê didomînin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji beriya çend rojan ve bi çekên giran êrişî Eyn Îsayê dikin. Di encama hedefgirtina yekser de gelek sivîl birîndar bûn. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gel ku hêzên hikumeta Şamê ji herêmê revîn jî, bersiva êrişan dide.

Têkildarî hevgirtina gelên herêmê bi QSD`ê re, şêniyên navçeya Şedadê yên ku di saziyên sivîl de dixebitin ,piştgiriya xwe bi QSD`ê re nû kir.

Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî El-Nicûm êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên ewle yên Eyn Îsayê û herêmên din şermezar kirin û got: "Em êrişên artêşa Tirk ên li dijî sivîlan şermezar dikin, ev êriş qanûnên navneteweyî binpê dikin û derexlaqî ne."

Nacî El-Nicûm bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji van êrişan re deyne û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê heta bidestxistina serkeftinê û vegera li xaka ku dewleta Tirk a dagirker dagir kiriye, li ber xwe bidin û piştgiriya QSD`ê bikin."

Hevserokê Meclisa Şedadê Elaa El-Umer da zanîn ku helwesta wan girêdayî piştgiriya QSD`ê yek e ku ji bo rizgarkirina gelên herêmê ji terorê bi hezaran şehîd dane.

El-Umer destnîşan kir ku saziyên sivîl û gel amade ne yekser tev li hêzên leşkerî bibin ên ku gel ji hovîtiya çeteyan û êrişên dewleta Tirk a dagirker diparêzin.

Elaa El-Umer diyar kir ku QSD banga aştiyê dike û ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Armanc dike ax û rûmeta gelên herêmê biparêze.

Endama Nivîsgeha PYD`ê Mihêdî El-Dexîm jî got: “Topbarana artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne, lê belê bi armanca dagirkirina beşên din ji axa herêmê, rojane êrişî herêmê dike. QSD jî li hemberî êrişên wan li ber xwe dide û nahêle ew bigihêjin armanca xwe.”

Di dawiyê de Mihêdî El-Dexîm rave kir ku ew piştgiriya hêzên leşkerî dikin.

(eh)

ANHA