Rojnameyên erebî: Guhertina rêveberiya Amerîka nayê wateya guhertina siyaseta wê li Sûriyê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê li ser siyaseta Washingtonê li hemberî hikumeta Şamê, rageşiya li Iraqê û destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê nivîsî.

Rojnameyên erebî: Guhertina rêveberiya Amerîka nayê wateya guhertina siyaseta wê li Sûriyê
25 kanûn, 2020   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

‘WASHINGTON: GUHERTINA SIYASETÊ NAYÊ WATEYA RAKIRINA TECRÎDÊ LI SER ŞAMÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Nameya “lîsteya hişk” a cezayên dawîn ên Amerîkayê û serdana nûnerên amerîkî Joel Rubren ji bo gelek gelek welatên Rojhilata Navîn, ew e ku “guhertina rêveberiya Amerîkayê nayê wateya guhertina siyasetê û rakirina tecrîdê li ser Şamê”. Heta heke guhertinên taktîkî jî pêk bên, dê strateji û şertên tên texmînkirin li Sûriyê wek xwe bimînin. Her wiha nameyeke “hişyarkirinê” jî hate dayîn û navaroka wê ew e ku “divê gavên ku zexta Washingtonê li ser Şamê kêm dikin” neyên avêtin.”

Rojnameya di dewama nivîsa xwe de wiha diyar kir: “Hikumeta Amerîkayê navê hevjîna serokê Sûriyê Esma El-Exres, bav û birayên wê ku xwedî nasnameyên brîtanî ne û şîrketên girêdayî wan, her wiha kesayetên sûrî yên ji saziyên ewlehiyê, aborî û rêveberiyê û di nav de Lîna Kîneya ku di koşka serokatiyê de kar dike û hevserê wê endamê Meclisa Gel a Sûriyê Mihemed Humam Mesûtî û Banka Navendî ya Sûriyê, xistibûn nava lîsteya cezayan.

Bi vê yekê, ji destpêka pêkanîna Qanûna Qeyser di nîvê Hezîrana borî de navên 114 kesayet û şîrketan ketin nava lîsteya cezayan. Agahiyên li ser lîsteyên din ên cezayan hene ku tê payîn beriya derketina serok Trump ji Koşka Spî di 20`ê Çileya bê de, bê amadekirin.

Tîma “doza Sûriyê” ya rêveberiya Trump, beşa dawîn ji cezayan hilbijart da ku deriyên dan û standinên di navbera aliyên amerîkî û sûrî de bigire.”

‘WASHINGTONÊ BALYOZXANEYA XWE YA BEXDAYÊ VALA KIR’

Li ser aloziya di navbera Amerîka û Iraqê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Çavkaniyên dîplomatîk got hemwxextî pêkanîna êrişan li derdorê balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê û nêzîkbûna salvegera yekemîn a kuştina generalê Îranê Qasim Suleymanî û cîgir wî yê iraqî Ebû Mihdî El-Muhendis, DYA`yê derxistina karmendên sivîl ji balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bi dawî kir.

Di vê mehê de balyozxnaya Amerîkayê ya li Bexdayê du caran ji aliyê mîlîsên iraqî yên şîe yên girêdayî Îranê ve bi moşekên katyûşa hate hedefgirtin.

Çavkaniyan daxuyand ku hin karmendên balyozxaneya Amerîkayê bi awayekî demkî vegerîn Amerîkayê, hinek jî şandin Hewlêrê. Beşa berpirsa rêvebirina çalakiyan li Bexdayê jî ji bo cihekî din hate veguhastin.

Medyaya Îranê jî ragihand ku fermandarê Feyleq El-Quds ê Artêşa Pasdaran Îsmaîl Qanî sêşemê serdana Bexdayê kir û bi rayedarên mezin ên Iraqê re ji bo nîqaşkirina hevkariya di navbera her du welatan de, hevdîtin kirin.”

‘ARTÊŞA LÎBYAYÊ DU RÊ DANÎN PÊŞIYA TIRKAN; DERKEKETIN AN ŞER’

Girêdayî rewşa Lîbyayê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Fermandarê giştî yê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter tekez kir ku “heta artêşa Tirk herêmên ji welatê me dagir dike, tu wateya serxwebûnê tune ye. Divê Tirk bi şer an bi aştî, derkevin. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiye li hemberî çareserî û aştiyê li Lîbyayê ye û tekez kir ku xeyalên împaratoriyê yên rejîma Recep Tayyîp Erdogan bi dawî bûne û dê xaka Lîbyayê careke din ji bo vejandina wê împaratoriyê nebe derfet.”

(cx)