‘Dema parastina xak û gelê xwe dikin, kêfxweşiya me bi Noelê temam dibe’

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî cejna Noelê li eniyên şer ên li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gel dijwarbûna êrişên leşkerî, pêşwaz dikin û piştrast kirin ku kêfxweşiya wan bi Noelê, bi parastina ax û gelê xwe dikin, temam dibe.

‘Dema parastina xak û gelê xwe dikin, kêfxweşiya me bi Noelê temam dibe’
25 kanûn, 2020   07:08
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Tevahî cîhan, bi taybet gelê Xiristiyan cejna Noelê ku duyemîn cejnên Xiristiyan piştî Paskalyayê ye, pêşwazî dike. Ji ber jidayikbûna Mesîh e. Ew cejn jî ji şeva 24 heta sibeha 25’ê Kanûnê dest pê dike.

Kêfxweşî û şahiya cejnê ji gelê Xiristiyan ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li ser navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ne wek salên berê ye. Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê hene.

/ar/uploads/files/2020/12/25/064358_dsc_2579-28large29.webp

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji zêdetirî mehekê ve ye, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî Eyn Îsayê tevî sewqiyetên leşkerî li eniyên Til Temir û Zirganê, dijwar kirine.

ANHA derbasî eniyên pêş ên şer bû û bi gelek şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî re hevpeyvîn çêkir. Şervanan li gel gef û êrişên dagirkerî û çeteyên wê behsa hewaya cejna mîladê kir.

Endamê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena di destpêka axaftina xwe de cejna mîladê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî hêzên leşkerî yên li eniyên şer pîroz kir.

 ‘EM AMADE NE, BERSIVA HER ÊRIŞEKÊ BIDIN’

Matay Hena destnîşan kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî li eniyên şer ên bi ser dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve belav in. Li gel wê jî dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet navçeya Eyn Îsayê gur kirin û tevgerên xwe li eniyên şer ên Til Temir û Zirganê xurt kirin.

Hena da zanîn ku hêzên wan gelek hewldanên derbasbûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundewarên navçeyê bi bin xistin û wiha got: "Bi êrişên bênavber ên li dijî Eyn Îsayê re, hat diyarkirin ku armanca dagirker û çeteyên wê pêkanîna êrişên nû li ser herêmê û armancgirtina gelên herêmê ye. Em şervanên Suryan li hember çi êrişeke muhtemel a li dijî herêmê, bi her awayî amade ne."

Matay Hena soz da ku armanca şehîdan pêk bîne û parastina tevahî destkeftiyên bi keda wan pêk hatine, bike û wiha pê de çû: "Em ê parastina destkeftiyên xwe û gelên herêmê heta dawiyê bikin."

 ‘KÊFXWEŞIYA MÎLADÊ BI PARASTINA HERÊM Û GEL TEMAM DIBE’

Di dawiyê de, Matay Hene cejna mîladê li tevahî malbatên şehîdan û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: "Me soz da ku li ser nexşeya şehîdan çêkiriye, bimeşin. Dema herêm bi ewle be cejna mîladê, temam dibe. Em hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan, dema parastina ax û gelê xwe dikin, kêfxweşiya me bi mîladê temam dibe."

‘BI PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ, DAGIRKER HEWL DIDE SÛCÊN KU DAIŞ’Ê KIRIN, VEJÎNE’Li aliyekî din jî şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Senherîb Akad diyar kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi mafên parastina rewa ve girêdayî ne û wiha axivî: "Tevî peymanên navneteweyî yên agirbestê, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên li dijî herêmê de berdewam in."

Akad eşkere kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi rêya êrişên xwe, hewl didin sûcên ku DAIŞ’ê di 2015’an de li herêmê pêk anîne, vegerîne.

‘PEYAMA ME EŞKERE YE’

Akad wiha piştrast kir: "Peyama me ji hêzên derve re, jê jî ji Koalîsyona Navneteweyî re divê li peymanên xwe yên bi naveroka agirbestê vegerin û tevbigerin. Ji ber dewleta Tirk a dagirker peymanan pêk nayne."

‘2021 BIBE SALA MUHASEBEKIRINA DAGIRKERIYÊ’

Akad wiha gotina xwe bi dawî kir: "Bi hatina rojên yekemîn ên cejna mîladê re, bang li civaka navneteweyî dikin ku dewleta Tirk a dagirker muhasebe bikin û êrişên wan rawestîne û hêviya min ew e ku 2021 bibe sala aştî û hezkirinê."

(fr)

ANHA