Navenda El-Musteqbel: Cezayên Amerîkayê Erdogan bi aloziyan re rû bi rû hiştiye

Navenda Lêkolînên Pêşketî a El-Musteqbel da zanîn piştî ku Washingtonê ji ber kirîna sîstema parastina asîmanî ya rûsî (S-400) ceza li Enqereyê ferz kirin, Erdogan bi aloziyên aborî re rû bi rû maye. 

Navenda El-Musteqbel: Cezayên Amerîkayê Erdogan bi aloziyan re rû bi rû hiştiye
24 kanûn, 2020   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Lêkolînên Pêşketî ya El-Musteqbel piştrast kir ku xetereya ferzkirina cezayên amerîkî hemwextî biryara rêveberên Yekitiya Ewropayê (YE) di civîna dawî ya di 10 û 11`ê Kanûnê de ya ferzkirina cezayan li dijî kesayet û şîrketên tirkî yên bi xebatên lêgerînê li hemberî beravên Qibrisê û Yewnanistanê radibin, pêk hat.

Ji ber aktîfkirina Amerîkayê ya qanûna têkoşîna li dijî dijminên Amerîkayê û ferzkirina rêveberiya Trump di 11`ê Kanûnê de cezayên li dijî Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya dewleta Tirk û serokê wê Îsmaîl Demir, Tirkiye bi bandorên biêş re rû bi rû maye.

Li gorî lêkolîneke navendê, ji ber cezayan dê Enqere nikaribe çekan bifiroşe derve.

Lêkolînê destnîşan kir ku cezayên amerîkî yên li dijî qada parastinê, dibe sedema aloziyeke aboriyê ya mezin li Tirkiyê ku berê aboriya Tirkiyê ji ber daketina nirxê lîreyê Tirk û bandorên belavbûna şewba Koronayê, têk çûye.

Di lêkolînê de behsa bandoreke din a cezayan hate kirin ku dibe li gorî wê civîna Ewropayê ku tê payîn di Adara 2021`an de bê lidarxistin, cezayên hişktir li dijî Enqereyê ferz bike.

Di lêkolînê de her wiha hate destnîşankirin ku ji ber bandora cezayên li dijî Enqereyê dê zemîneke baş ji bo avakirina helwestên ewropî û amerîkî yên hevbeş li hemberî Tirkiyê çêbe. Nexasim ku Joe Biden tekeziyê bi girîngiya başkirina têkiliyên Amerîka-Ewropayê dike.

(cx)