Li Şehba û Kobanê çalakiyên piştgiriya greva birçîbûnê

Ji bo piştgiriya girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de, Meclisa Jina Azad a Şehbayê û Kongreya Star a herêma Firatê çalakî li dar xistin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan şermezar kirin.

Li Şehba û Kobanê çalakiyên piştgiriya greva birçîbûnê
24 kanûn, 2020   14:08
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şehbayê, meş li navçeya Ehrezê dest pê kir. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Jina Azad a Şehbayê hildan.

Her wiha pankartên “Bi hêrsa malbatên şehîdan em ê agirê li Îmraliyê vemirînin”, “Em sosz didin em ê pergala Îmraliyê bişkînin û bi rêber Abdullah Ocalan re azad bijî” û “Bi berxwedana girtîgehan em faşîzm û xiyanetê tune bikin” hildan.

Beşdaran di nava kolanên navçeyê de meşiyan û berxwedana girtiyan û rêber Abdullah Ocalan silav kir. Meş li qada navçeyê bi dawî bû û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Menal Şêxo axivî û şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Her wiha berxwedana girtiyên di girtîgehan de silav kir û wiha domand: “Di 1999`an de, bi armanca parçekirina civaka Kurd, tunekirina nasnameya wê û şikandina vîna tevahiya gelên azadîxwaz, komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hat.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HmB_ol1YXNU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi navê Meclisa Jina Azad a Şehbayê Rehme Elo axivî û çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin. Rehme diyar kir ku komployên li dijî gelê ku dixwaze bi rûmet û azad bijî, berdewam in.

Di dawiya meşê de beşdaran berxwedana girtiyan silav kir.

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y7nO_S1wDng" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>Kongreya Star meşek li navçeya Şêran a Kobanê li dar xist. Beşdarên meşê, alên Kongreya Star, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên “Em ê asta têkoşîna li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan mezin bikin” hildan.

Meş ji bajarokê Şêran dest pê kir û li gundê Hilincê veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê Kongreya Star endama kongreyê Macîde Hesûn axivî û got dewleta Tirk tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan girantir dike, ji ber ku wî rê li pêşiya jinan vekir da ku di civakê de bibin pêşeng.

Der barê girtina parlamentera Kurd Leyla Guven de Mecîde wiha axivî: “Ji ber ku şopdara rêya Serok e û fikrên wî belav dike, ew hate girtin."

Macîda di dawiya gotinên xwe de bang li jinên cîhanê kir ku piştgiriya jinên Kurd bikin.

(şx)

ANHA