Fermandarê Feyleq El-Quds serdana Iraqê kir

Di demeke ku aloziya di navbera Amerîka û Îranê de li Iraqê zêde bûye, dezgehên çapemeniyê ragihand ku fermandarê Feyleq El-Quds a girêdayî Artêşa Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qanî îro serdana Iraqê kir.

Fermandarê Feyleq El-Quds serdana Iraqê kir
24 kanûn, 2020   13:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Al-Erebiye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên iraqî, ragihand ku fermandarê Feyleq El-Quds Îsmaîl Qanî di saetên derbasbûyî de serdana Iraqê kir da ku hewl bide rewşê aram bike.

Di demekê de ku nakokiyên di navbera Îran û Amerîkayê de li Iraqê zêde bûn û agahiyên vekişîna gelek dîplomatên Amerîkayê ji Iraqê hatin belavkirin, Qanî serdana Iraqê kir.

Her wiha wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, tawanbariya Trump ku Tehran li pişt êrişa bi moşekan a li dijî balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ye, red kir.

(dm)