Ciwanên Şoreşger qonaxa duyemîn a pêngava ‘Teqez em ê bi ser bikevin’ ragihand

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê îro destpêkirina qonaxa duyemîn a pêngava ‘Teqez em ê bi ser bikevin’ ragihand.

Ciwanên Şoreşger qonaxa duyemîn a pêngava ‘Teqez em ê bi ser bikevin’ ragihand
Ciwanên Şoreşger qonaxa duyemîn a pêngava ‘Teqez em ê bi ser bikevin’ ragihand
Ciwanên Şoreşger qonaxa duyemîn a pêngava ‘Teqez em ê bi ser bikevin’ ragihand
24 kanûn, 2020   13:30
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tevgera Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro meşek li dar xist. Tevgerê di meşê de destpêkirina qonaxa duyemîn a pêngava “Teqez em ê bi ser bikevin” a ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevgerên dawîn ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand.

Vê sibehê bi dehan ciwan ji bajar û bajarokên kantona Hesekê li navenda navçeya Til Temirê kom bûn da ku tev li meşa dirêj a ji Til Temirê dest pê bike û li bajarê Dêrikê bi dawî bibe, bibin.

Beriya ku meşa dirêj dest pê bike, endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mezlûm Xelef axivî. Xelef got: “Slogana meşa me ev e; teqez em ê li dijî xiyanet û dagirkeriyê û tevahiya komployên li dijî gelê me ji hêla hêzên dijberî herêmên me ve, bi ser bikevin.”

Xelef di dawiyê de piştrast kir ku ciwan piştgiriya hêzên leşkerî dikin û dê li rex wan li hemberî tevahiya hêzên dijber û komployên ku armanc dikin destkeftiyên herêmê têk bibin, li ber xwe bidin.

Piştî bidawîbûna axaftinê, meş bi berzkirina sloganên silavkirina berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û banga berxwedanê dest pê kir. Tê payîn ku ciwan ji Hesekê ber bi Dêrikê ve bimeşin.

(şx)