Şêniyên Cizîrê: Divê civaka navneteweyî û aliyên garantor êrişên dewleta Tirk rawestînin

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya berxwedana şervanên QSD`ê, xwepêşandanek li dar xist. Şêniyên Hesekê jî bang li civaka navneteweyî kir ku dijminahiya dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê rawestîne.

Şêniyên Cizîrê: Divê civaka navneteweyî û aliyên garantor êrişên dewleta Tirk rawestînin
Şêniyên Cizîrê: Divê civaka navneteweyî û aliyên garantor êrişên dewleta Tirk rawestînin
Şêniyên Cizîrê: Divê civaka navneteweyî û aliyên garantor êrişên dewleta Tirk rawestînin
Şêniyên Cizîrê: Divê civaka navneteweyî û aliyên garantor êrişên dewleta Tirk rawestînin
Şêniyên Cizîrê: Divê civaka navneteweyî û aliyên garantor êrişên dewleta Tirk rawestînin
24 kanûn, 2020   13:15
QAMIŞLO

 Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê bi xwepêşandeke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagiarker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji şervanên QSD`ê re nîşan da.

Xwepêşandan ji Qada Azadî ya li navçeya Dêrikê dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Beyrem ve dewam kir. Xwepêşandêran pankartên “Em dagirkeriyê têk bibin û nirxên şoreşa xwe biparêzin”, “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Na ji guhertina demografiya Efrîn, Serêknaiyê û Girê Spî re” û al û sembolên YPG, YPJ û QSD`ê rakirin.

Xwepêşandêran bi dirûşmên xwe xwest ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bê rakirin û berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk silav kir.

Li Qada Şehîd Beyrem endamê rêveber ê Meclisa Dêrikê Feysal Elî axivî û diyar kir ku êrişên domdar li ser herêmê bi armanca şikandina vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tunekirina tecrubeya serkeftî ya Rêveberiya Xweser pêk tên.

Elî îşaret bi bêdengiya civaka navneteweyî û aliyê garantor kir û bang li wan kir ku berpirsyariyên xwe yên rawestandina êrişan pêk bînin.

Elî bang li şêniyan kir ku li hemberî hemû plan û komployên dewletên dagirkerên Kurdistanê bisekinin û têkoşînê bilind bikin û destnîşan kir ku li gel pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parçeyên din ên Kurdistanê, yekitiya kurdî pêwîstiyek e.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê jî Meclisa Navçeya Bakurê Hesekê bang li Rûsya, Amerîka û civaka naventeweyî kir ku dijminahiya dewleta Tirk û binpêkirinên wê yên domdar li dijî herêmê û sivîlan yekser rawestînin û ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê bi rêya çareseriyeke aştiyane ya bi beşdarbûna hemû hêzan, bikevin tevgerê.

Meclisê îro têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komployên PDK`ê, daxuyaniyek da.

Hevserokê meclisê Remedan Fetah li pêşiya Hola Xabûr daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de dijminahiya dewleta Tirk a li herêmê hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Berdewamkirina vê dijminahiyê li herêmên me dê îstiqrara herêmê têk bibe û rê li vegera rêxistina DAIŞ a terorîst veke.”

(cx)

ANHA