​​​​​​​Li Mexmûrê greva li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan didome

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî koma 4’an greva birçîbûne ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dewr girt.

​​​​​​​Li Mexmûrê greva li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan didome
24 kanûn, 2020   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûne ya ku bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo piştgiriya girtiyan dest pê kiriye, di roja 7’an de ji aliyê koma 4’an ve hate dewrgirtin.

Merasîma dewrgirtinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 3’yan Besê Bûdak axivî û wiha got: “Divê her çar parçeyên Kurdistanê destê xwe bidin hev û piştgiriya xwe ji bo çalakiyên greva birçîbûne bidin diyarkirin. Êdî dem hatiye ku Serokatî bi fîzîkî azad bibe.”

Piştî axiftina Bûdak, koma koma 4’an çalakî dewr girt.

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.