Balafireke nenas li rojhilatê Dêrazorê êrişî nuqteyên komên girêdayî Îranê kir

Balafireke nenas vê berbangê baregeheke leşkerî ya komên girêdayî Îranê li herêma El-Hawî El-Xerbî ya nêzî bajarê Meyadîn ê gundewarên rojahilatê Dêrazorê, kir hedef.

Balafireke nenas li rojhilatê Dêrazorê êrişî nuqteyên komên girêdayî Îranê kir
24 kanûn, 2020   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafireke keşfê ya nenas li dijî baregeheke leşkerî ya komeke girêdayî Îranê li herêma El-Hawî El-Xerbî ya li nêzî bajarê Meyadîn ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê, êriş pêk anî.

Li gorî SOHR`ê, ambulansan berê xwe da cihê bûyerê, her wiha komên ser bi Îranê ve derdora cihê bûyerê dorpêç kir. SOHR`ê diyar kir ku agahiyên tekûz hene ku di êrişê de endamên koma “El-Fatîmiyûn” a efganî hatine kuştin.

Di 26`ê Mijdara borî de jî balafirên nenas ku tê texmînkirin ên Îsraîlê ne, li dijî nuqeteyên komên girêdayî Îranê yên li gundewarên bajarê Bokemal ê rojhilatê Dêrazorê êrişên asîmanî pêk anîn.

Balafiran nuqte û kombûnên komên “Lîwa Zeynebûn” ên li çolistanên Cela û El-Hemdan li rojavayê bajarê Bokemal ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê, hedef girtibûn û di nav de du fermandar, 19 endamên wan koman hatibûn kuştin, her wiha nuqte û wesayitên wan hatibûn rûxandin.

Di heman mehê de, balafirên ku tê texmînkirin ên Îsraîlê ne, nuqteyên komên ser bi Îranê ve li gundewarên Bokemalê hedef girtin û 14 endamên efganî û iraqî hatin kuştin.

(cx)