IMF: Em nikarin Lubnanê ji aloziyê xilas bikin

IMF’ê piştrast kir ku ew nikare Lubnanê ji aloziyê xilas bike û destnîşan kir ku li gel aloziya avakirina hikumeta Lubnanê, rewşa aborî ya welêt gelekî dijwar e.

IMF: Em nikarin Lubnanê ji aloziyê xilas bikin
24 kanûn, 2020   09:57
BEYRÛT

Gerînendeyê Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF) û nûnerê koma erebî Mehmûd Mihîdîn got: “Pêwîstiya aloziyan bi komeke hevgirtî ji bo dîtina çareseriyan heye. Gelek çareseriyên navendî ji hêla wan dewletan ve têb xwestin.”

Mihîdîn di axaftina xwe ya li gel kanala ON a Misirê de got: “Dema em behsa başbûna aloziya aborî ya cîhanê û hêviya derketina aşleyan dikin, lê hinek alozî li hinek dewletan, pêwîstiya wê bi çareseriyên navendî hene.”

Mihîdîn bi bîr xist ku kilîta çareseriya aloziya Lubnanê, lihevkirina siyasî, hikumeteke jêhatî û piştgiriya parlamentoyê ye. Beyî wê jî tu aliyek mîna IMF nikare Lubnanê ji vê aloziyê xilas bike. Bêyî hikumetekê, sindoq nikare aloziyê çareser bike. Ji ber ku divê hikumetek hebe da ku pê re bide û bistîne û hevpeymanan pêk bîne.

 (şx)