ꞌArtêşa Tirk me topbaran dike, wê demê Rûsya li herêmên me çi dike?ꞌ

Şêniyên bajarê Kobanê êrişên li dijî Eyn Îsayê û bêdengiya Rûsyayê jî êrişan şermezar kirin û gotin ku Rûsya derfetê dide dagirkeriyê ku herêmên wan dagir bike.

ꞌArtêşa Tirk me topbaran dike, wê demê Rûsya li herêmên me çi dike?ꞌ
24 kanûn, 2020   09:31
KOBANÊ-NÎHAD KERO

Artêşa Tirk a dagirker hîna jî êrişî navçeya Eyn Îsayê dike, garantora Rûs jî bêdeng e. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar dikin.

Şêniyên Kobanê êrişên li dijî herêma Eyn Îsayê şermezar kirin û ev êriş wekî hewldana koçberkirina şêniyên herêmê û lîstokeke nû ya Rûsyayê bi nav kirin.

Welatiyê bi navê Ehmed Hec Kendo destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina axa herêmê û koçberkirina wan êrişî Rojava dike. Kendo got ku şêniyên herêmê vê yekê qebûl nakin.

Ehmed Hec Kendo bêdengiya navneteweyî şermezar kir, nexasim bêdengiya Rûsyayê ji ber ku li herêmê garantora agirbesta li herêmê ye, lê bi bêdengiya xwe rê dide dewleta Tirk herêmê dagir bike.

Welatiya bi navê Şemse Ehmed axivî û êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêma Eyn Îsayê şermezar kirin û wiha pirsî: "Herêmên me bi topbarana artêşa Tirk re rû bi rû dimînin, wê demê Rûsya li herêmên me çi dike? Ji ber wê ez ji gelê bakurê Sûriyê re dibêjim ku bêdeng nemînin ji ber ku bêdengiya me timayên dewleta Tirk a dagirker zêde dike."

Şemse da zanîn ku li derdora navçeya Eyn Îsayê tevî ku hêzên Rûsya û hikumeta Sûriyê li eniyên şer in, lê dîsa jî dewleta Tirk û çeteyên wê navçeyê topbaran dikin. Ruxmî ku di encama wê topbaranê de gelek leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin, lê dîsa jî Rûsya bêdeng ma.

Welatiya bi navê Kewser Hec Xelîl jî axivî û got: “Em sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên me şermezar dikin. Em jê re dibêjin tu mafê te tune ye ku gefan li me bixwe. Em bêdengiya Rûsyayê garantora agirbestê û pêkanîna aştiyê li herêmê şermezar dikin. Rûsya li şûna ku erka xwe bîne cih, gelê herêmê paşguh dike.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yqK1tKOleYA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>