Aloziya di navbera DYA û Îranê de zêde dibe

Di saetên dawîn de DYA û Îranê girêdayî rageşiya li Iraqê hev tawanbar kirin û gef li hev xwarin.

Aloziya di navbera DYA û Îranê de zêde dibe
24 kanûn, 2020   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku êrişên bi moşekan ên li dijî balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê yên yekşema borî, ji aliyê mîlîsên ser bi Îranê ve pêk hatine.

CENTCOM`ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrişan de tu windahiyên canî çênebûne û tenê zirar gihaştiya avahiyê, her wiha destnîşan kir ku balyozxane bi 21 moşekan hatiye hedefgirtin.

Berdevkê CENTCOM`ê Bill Urban daxuyand ku Îran wan koman bi rê ve dibe û piştgiriyê dide wan ku ji bo berjewendiyên Îranê li ser hesabê serweriya Iraqê ketine nava tevgerê. Urban di dawiya daxuyaniyê de got: “Heke leşkerekî amerîkî ji ber van çalakiyên mîlîsên girêdayî Tehranê bê kuştin, dê DYA hesabê ji Îranê bixwaze.”

Serokê Amerîkay Donald Trump jî Îran bi beşdarbûna di êrişên bi moşekan yên li dijî balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê de, tawanbar kir û ew hişyar kir ku heke leşkerekî amerîkî li wê derê bê kuştin dê Îran berpirsyar be.

Trump li ser Twittera xwe 3 wêne parve kir û wiha nivîsî: “Yekşemê, balyozxaneya me li Bexdayê bi gelek moşekan hate hedefgirtin. Gelo ew moşek ji ku hatin? Ji Îranê? Niha, behsa êrişên nû li dijî amerîkiyên li Iraqê tê kirin. Ez ê hin şîretan li Îranê bikim, heke leşkerekî amerîkî li wir bê kuştin, dê Îran berpirsyar be. Baş bifikirin.”

Li aliyekî din, Wezareta Karên Derve ya Îranê, DYA ji derxistina aloziyê û pêkanîna kiryarên xeternak di rojên dawîn hişyar kir. Wezaretê got tawanbariyên Trump û CENTCOM`ê ku ji rastiyê dûr in û bi wê yekê dixwazin ku mercên zehmet ku Trump tê re derbas dibe, veşêrin.

Wezaretê her wiha hedefgirtina şandeyên dîplomatîk û herêmên sivîlan ên Iraqê careke din red kir û got: “DYA û hevalbendên wê hewl didin rageşiyê zêde bikin û fitneyên nû li herêmê derxin.”

Berpirsekî payebilind ê rêveberiya Amerîkayê duh eşkere kiribû ku rayedarên payebilind ên ewlehiya neteweyî civiyane û rêbazên pêşîlêgirtina êrişên Îranê û hevalbendên wê li dijî leşker û dîplomatên amerîkî yên Iraqê, nîqaş kirine.

(cx)