Şervanên QSD: Berxwedana me berdewam e û em nahêlin dijmin xaka me dagir bikin

Endamê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Reqayê Emar Ekaş destnîşan kir ku ew li hundirê gundê Cehbel in û berxwedana wan berdewam e û bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmê, didin.

Şervanên QSD: Berxwedana me berdewam e û em nahêlin dijmin xaka me dagir bikin
24 kanûn, 2020   08:07
EYN ÎSA

Ji çend rojan ve, li dijî gundên Mişêrfa û Cehbel ên li gundewarên Eyn Îsayê ya herêma Firatê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hene, lê şervanên QSD’ê bersiva van êrişan didin û piştrast kir ku ew nahêlin xaka wan bê dagirkirin.

Ji hundirê gundê Cehbel ê ku 3 km dikeve rojhilatê Eyn Îsayê, endamê fermandar ê tugaya Şehîd Îlan Kobanê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Reqayê Emar Ekaş axivî.

Ekaş di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker hewl didin herêm dagir bikin û wiha got: "Em şervan û şêniyên herêmê nahêlin xaka me were dagirkirin, em ji bo parastina xak û gel li vir in."

Ekaş eşkere kir ku wan êrişî tu kesî nekiriye, lê belê tenê parastina xaka xwe dikin.

Emar Ekaş wiha bi dawî kir: "Em amade ne bersiva çi êrişeke li dijî herêmê ku armanca wê tevliheviya ewlehî û aramiya herêmê ye, bikin. Em nahêlin xaka me were dagirkirin. Moralên me bilind in û diruşma me yan serkeftin an serkeftin e."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kq2r4g6kZdU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>