Rojnameyên erebî: Li kolanên Şamê nîşaneyên hebûna Îranê

Rojnameyên erebî yên îro behsa hebûna Îranê li Sûriyê, destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayö û aloziya Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Li kolanên Şamê nîşaneyên hebûna Îranê
24 kanûn, 2020   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI KOLANÊN ŞAMÊ PANKARTÊN BI ZIMANÊ FARISÎ’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Li taxa Seyde Zeyneb a başûrê Şamê bi erêkirina hikumeta Şamê navên hin kolanan hatine guhertin û tevî ku hebûna leşkerî ya eşkere ya mîlîsên Îranê û komên çekdar ên girêdayî wê li kolanan xuya nake jî, lê belê herêm veguheriye herêmeke Îranê.

Her wiha pankarteke kesk ku nû li ser hatiye nivîsandin “Çerxerêya Seyde Zeyneb” hate dîtin ku ew çerxerê ji beriya bi dehan salan ve di nava gel de bi “Çerxerêya Hecêra” dihat nasîn.

Her wiha blokên çîmento li dora mêrgeha Seyde Zeyneb hatine danîn û li ser wê nivîsên bi zimanên erebî û farisî û wêneyên kesayetên sembolîk û kuştiyên “mîlîsên Îranê” hatine danîn.

‘DEWLETA TIRK LI LÎBYAYÊ ÇARESERIYÊ ASTENG DIKE’

Der barê kar û barên Lîbyayê de jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Êvara sêşemê, parlamantoya Tirkiyê li ser dirêjkirina erka hêzên Tirkiyê yên li Lîbyayê heta 18 mehan, erê kir. Ev gav li ser niyetên Enqereyê yên dîtina çareseriyeke dawîn ji aloziya Lîbyayê re, gumanan çêdike.”

Çavdêrên rewşê dibînin ku ev gava Tirkiyê eşkere dike ku dewleta Tirk li pêşberî civaka navneteweyî disekine, ku civaka navneteweyî hewl dide çareseriyeke siyasî ya giştî ji aloziya Lîbyayê re bibîne û çareseriya leşkerî dûr dixe, lê belê Tirkiyê hîna di şandina çek, çete û hêzên leşkerî ji bo Lîbyayê de bi israr e.

Sêşemê, efserên Tirk ên li Terablusê dîsa dest bi perwerdekirina endamên mîlîsên hikumeta Wîfaqê ya bi serokatiya Fayiz El-Serac kir.

Çavdêr dibêjin ku ev tevger niyetên Enqereyê yên têkbirina hewldanên çareserkirina aloziya Lîbyayê eşkere dikin, ku ew yek bi armanca parastina berjewendiyên xwe li rojavayê welêt pêk tê.”

'LUBNAN… XÊZKIRINA SÎNORAN Û AVAKIRINA HIKUMETÊ ASTENG BÛ'

Der barê kar û barên Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Li gel daxuyaniya El-Herîrî ku dibe beriya cejna Noelê anku sibe hikumet were avakirin, lubnanî bi vê surprîzê re şok man. Heke hikumet ava bibe jî, ev tê wateya ku astengî, astengiyeke hundirîn e.

Li gorî hinek şîroveyên siyasî serokê erkdar, ne mecbûr bû ku vê daxuyaniyê bide. Ji dema kurt a ku ji bo avakirina hikumetê ragihandiye diyar dibe ku encamên xweşbinî û xurt hene. Ji ber ku raya Lubnanê ji sozan sar bûye.”

(cx-şx)