Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28`an de didome

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatibû destpêkirin, di roja 28`an de bi koma 6`emîn didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28`an de didome
24 kanûn, 2020   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN 

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê Mijdarê ji aliyê gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve hatibû destpêkirin, di roja  28`an de bi koma 6`emîn berdewam dike.

Girtiyan diyar kirin ku niha dem dema azadiyê ye û gotin,''Divê hemû gelê me li dijî tecrîda li zindanan rabe ser piyan, daxwaza me ji bo wê ye ku gelê me li siberojên azad bi rêbertiya azad re bijî.''