Plana sewqiyata çeteyan a ber bi Heftanînê ve

Dewleta Tirk plan dike ku piştî Lîbya û Qerebaxê çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanê yên bermahiyên El-Nusra û DAIŞ’ê li Heftanînê bi cih bike.

Plana sewqiyata çeteyan a ber bi Heftanînê ve
24 kanûn, 2020   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên berdest, dewleta Tirk a dagirker plan dike ku çeteyên El-Nusra û Partiya Îslamî ya Tirkistanê ku di dagirkirina Idlib, Cerablus, Bab û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar anîn, piştî Lîbya û Qerebaxê, di êrişa li dijî Başûrê Kurdistanê de bi kar bîne. Koma çete ya bi navê Partiya Îslamî ya Tirkistanê ji Ûygûr, Çeçen, Ozbek, Tacik û çeteyên Asyaya Navîn pêk tê.

ARMANC DAGIRKERIYA MAYÎNDE YE

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer hatine wergirtin, dewleta Tirk a dagirker plan dike ku li Başûrê Kurdistanê herêmeke ji ser sînor ve bi qasî 8-14 km dagir bike û wek “herêma ewle” bi awayekî mayînde îlan bike û çeteyên ku ji Sûriyê jî bibe, li wê herêmê bi cih bike.  

Tê diyarkirin ku dewleta Tirk hewl dide çeteyên xwe nemaze li herêma Heftanînê bi cih bike û heke peymana têkildarî Idlibê ya di navbera Rûsya û dewleta Tirk de xilas bibe, şandina çeteyan dê pêk were.

Her wiha hate zanîn ku dewleta Tirk plan dike ku heke bertekên navneteweyî li dijî dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê derkevin, çeteyan bi vî rengî bişîne herêmê.

NE TENÊ HEFTANÎN; KERKÛK, DIYALA Û ŞENGAL JÎ HEDEF IN

Çavkanî nexwest navê xwe eşkere bike û der barê planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistan û Iraqê de agahî dan û diyar kir tenê Heftanîn, lê cihên wekî Kerkûk, Şengal, Hemrîn, Hewîce û Diyala jî bûne hedef.

Hate zanîn ku dewleta Tirk plan dike ku li van herêman ji komên nêzîkî xwe, nemaze koma bi navê Heşdî Tirkmen, yekîneyên çekdar ava bike.

ANHA