​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa: Em dev ji axa xwe bernadin

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê îdiayên artêşa Tirk a dagirker ku di êrişên xwe de pêş dikeve, derewandin û piştrast kirin ku ruxmî topbarana hovane û binpêkirina agirbestê ew dev ji axa xwe bernadin.

​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa: Em dev ji axa xwe bernadin
24 kanûn, 2020   05:19
EYN ÎSA

Şêniyên Eyn Îsayê nêrînên xwe der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî navçeyê de ji ANHA`yê re parve kirin.

Welatiyê bi navê Ehmed El-Sayir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane sûcên xwe li dijî navçeya Eyn Îsayê didomînin. Ehmed da zanîn ku ew dev ji axa xwe bernadin. Her wiha îşaret pê kir ku ajandeyên dewleta Tirk bi rêya îdiayên xwe ku şêniyên navçeyê koçber bûne, şerê taybet li dijî herêmê dimeşênin.

El-Sayir wiha domand: “Em bawer in ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) axa me biparêzin. Em piştgiriya wê dikin û dev ji axa xwe bernadin.”

El-Sayir di dawiyê de bang li civaka navnetewî û garantora Rûsyayê kir ku bi agirbesta ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî êrişa Tirkiyê ya dawî pêk hatî, pabend bin.

Têkildarî heman mijarê welatiya ji navçeya Eyn Îsayê Ewaş El-Nasir got: “Me dît çi bi serê şêniyên Girê Spî û axa wê kirin. Em dev ji axa xwe bernadin.”

Ewaş baweriya xwe bi QSD'ê ya ku axa wan ji êrişên dagirkeriya Tirk diparêzin, rave kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê li gel şerekî taybet bi armanca şikandina vîna gelê navçeyê û dagirkirina wê, êrişî navçeya Eyn Îsayê dikin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vUIAqXF52uY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>