​​​​​​​Di salekê de hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re li dijî Kurdan

Ji daxuyaniyên Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî ku sala 2020'an dane û ji tevgerên wan ên li ser erdê, asta dijminahiya wan a li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û tevkariya wan a bi dewleta Tirk re eşkere dibe.

​​​​​​​Di salekê de hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re li dijî Kurdan
24 kanûn, 2020   00:42
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

Di sala 2020'an de, tevkariyeke eşkere ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dewleta Tirk a dagirker re eşkere bû û ev tevgera rewakirina êrişên dagirkeriyê û komkujiyên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd.

ÊRIŞÊN LI SER SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ

Piştî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên 9'ê Cotmeha 2019'an li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, PDK'ê dagirkirina her du bajaran rewa nîşan dan. Wê demê serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji rojnameya Al-Monitor re got: "Şîreta me ya berê, niha û pêşerojê ew e ku Kurdên li Sûriyê rêbazekê bibînin ku bi rejîmê re bigihêjin lihevkirinê. Gelek caran min ji wan re gotibû ku têkiliyên xwe bi PKK’ê re qut bikin."

Girêdayî mijarê rojnamevan Bedran Penaber ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku tevahî daxuyaniyên PDK'ê ku niha Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî serkêşiya wê dikin, dikevin xizmeta dewleta Tirk a dagirker ku hebûna gelê Kurd înkar dike û got: "Daxuyaniyên wan ji sedî sed hevgirtî ne, çi daxuyaniyê didin li ser erdê pêk tînin."

ZÎNÎ WERTÊ Û DAXUYANIYÊN MESRÛR BARZANÎ

Piştî ku PDK'ê çekdarên xwe li herêma Zînî Wertê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih kirin da ku tevgera gerîlayên HPG'ê yên li çiyayên Kurdistanê asteng bike, 17'ê Nîsana 2020'an Mesrûr Barzanî got: "Pêwîst e em agahiyên têkildarî aloziya li Zînî Wertê ku ji aliyê kesên neberpirsyar ve hate derxistin, zelal bikin. Destpêkê tedbîr ji bo kontrolkirina sînorê herêmê ji ber vîrusa koronayê bû, her wiha ji ber hewldanên hin qaçaxçîtiyan ku xelkê di sînor re derbas bikin, ji wê zêdetir ji bo tedbîrên tenduristiyê bû."

Piştî ku çekdarên PDK'ê derbasî herêma Zînî Wertê ya  Qendîlê bûn, balafirên dewleta Tirk a dagirker êrişî HPG'ê kir, di encamê de 3 gerîla şehîd bûn. Piştre diyar bû ku PDK'ê agahiyên der barê cihên gerîla de dabûn Tirkiyê.

Der heqê vê yekê rojnamevan Bedran Penaber got: "PDK'ê hêzên xwe li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker nedikarî derbasî wê bibûya, bi cih kir. Armanc ji vê yekê ew e ku tevgera gerîlayan asteng bike û nuqteyên wan bişopîne."

ÊRIŞÊN LI SER HEFTANÎNÊ Û ALÎKARIYA ENDAMÊN PDK'Ê JI ARTÊŞA TIRK RE

16'ê Hezîranê, artêşa Tirk a dagirker êrişên berfireh birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi taybet herêma Heftanînê. Piştre diyar bû ku endamên PDK'ê di rakirina mayinan de destek dida artêşa Tirk. Dîmenên vê yekê li ser tevna civakî hatin belavkirin.

Di demekê de ku banga li PDK'ê zêde dibûn ku helwesta xwe ya ji êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zelal bike, 4'ê Îlonê şandeyek ji serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Fewzî Herîrî, Kerîm Şengalî, Sevîn Dîzeyî û Felah Mistefa serdana Enqereyê kir û bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re civiyan. Li gorî ku Çavuşoglu li ser Twitterê belav kirbû; wan li ser şerê li hemberî PKK'ê li hev kiriye. Bi vê yekê îdiayên derew ê Nêçîrvan Barzanî ku gotibû wan mijarên aborî û vîrusa koronayê nîqaş kiribûn, eşkere bûn.

Encamên vê serdanê di 25'ê Mijdarê de eşkere bûn ku "Hêzên Gulan" ên taybet ên girêdayî Mesrûr Barzanî bi çekên giran û panzêran li herêmên Garê û Metîna belav bûn û li gundên Deşa Nehlê ya herêma Garê û derdora navçeya Çemankê ku gerîla lê ne, bi cih bûn.

Li ser vê yekê endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Murat Karayilan banga diyalogan ji bo çareserkirina nakokiyan li PDK'ê kir. Mesûd Barzanî, PKK'ê tawanbar kir û behsa diyalog û rêbazên çareserkirina pirsgirêkan nekirin. Şopdaran bersiva Barzanî wekî "ragihandina şer" bi nav kir.

Di 4'ê Mijdarê de hêzên taybet ên PDK'ê li nêzî gundê Bêdadê yê navçeya Çemankê, êrişî kampa gerîlayên HPG'ê kir.

Têkildarî vê yekê Penaber got: "Gelê Kurd li benda PDK'ê bû ku helwestekê li hemberî êrişên Tirk bide, lê bi daxuyaniyên xwe yên şermok êriş rewa kir. PDK bi zimanê AKP'ê diaxive."

13'ê Kanûnê li gundê Sergelê yê navçeya Amediyê hêzên PDK'ê êrişî wesayita gerîlayan kir, di encamê de 3 gerîla birîndar bûn.

Di heman rojê de serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de li gel nûnerê taybet ê DYA'yê ji bo Sûriyê Joel Rayburn hewl da PKK'ê reş bike. Mesrûr Barzanî gotibû: "PKK hewl dide sûdê ji xwepêşandanên aştiyane yên li Herêma Kurdistanê bigire û gefan li ewlehî û aramiya herêmî dixwe.” Lê tê zanîn ku ev xwepêşandan ji ber nedana mûçeyan e ku ji hikumeta Mesrûr Barzanî tê xwestin.

Mesrûr Barzanî her wiha hewl da dema bi Rayburn re axivî, wêneya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) reş bike.

Rojnamevan Bedran Penaber destnîşan kir ku axaftinên Mesrûr Barzanî yên der barê PKK û QSD'ê de ji axaftinên rayedarên AKP'ê cuda nîn in.

16'ê Kanûnê, cîgirê wezîrê pêşmerge Serbest Lezgîn bi civîneke çapemeniyê got Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Sihêla ya nêzî sînor êrişî pêşmergeyan kir û ev îdia kir: "YPG'ê hewl da derbasî xaka herêma Kurdistanê bibin." YPG'ê bi daxuyaniyekê îdiayên Lezgîn derewandin û got: "Der barê mijarê de gelek daxuyaniyên ragihandinê hatin dayîn ku rewşê mezin dikin û ji rastiyan dûr dixin. Di rastiyê de, tiştê ku qewimî di encama peywendî û hevrêziya kêm di navbera me û kes û saziyên pêwendîdar ên herêma Kurdistanê de bû."

Rojnamevan Penaber der barê vê yekê de diyar kir ku Serbest Lezgîn berpirsê parastina Şengalê bû, lê dema çeteyên DAIŞ'ê sala 2014'an êrişî Şengalê kir, Lezgîn reviya. Penaber got: "Îdiayên ku YPG'ê êrişên hêzên pêşmerge kiriye, tu kes pê bawer nake, ji ber ku ne rast in û armanca wan berovajîkirina rastiyan e."

Rojnamevan Bedran Penaber wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mafê PDK'ê nîn e Tevgera Rizgariya Kurdistanê reş bike. Ji salan ve Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji bo azadiya gelê Kurd tê dikoşe û li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên qirkirin û înkarkirina gelê Kurd disekine û di oxira vê yekê de bi hezaran şehîdan dan. Tevgera Azadiyê; Şengal, Hewlêr, Kerkûk û Mexmûr ji êrişên çeteyên DAIŞ'ê parast. Ma PDK'ê ji bîr kir ku Mesûd Barzanî serdana Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê kir û spasiya tevgerê kir."

(bb)

ANHA