Siyasetmedarekî Kurd: Divê partiyên kurdî û civaka Kurd bi lez tevbigerin

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat Kurd li Sûriyê Gîlo Îsa destnîşan kir ku partiyên kurdî heta niha baş bi rola xwe ranebûne û divê civaka Kurd li dijî êrişên artêşa Tirk bisekinin.

Siyasetmedarekî Kurd: Divê partiyên kurdî û civaka Kurd bi lez tevbigerin
24 kanûn, 2020   01:26
KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê dike. Civaka navneteweyî jî li hemberî vê yekê jî bêdeng e, nexasim Rûsya ku li herêmê wekî garantorekî ye, lê têkildarî van êrişan tu helwest nîşan nedaye û bertekên gel ên şermezarkirina van êrişan berdewam dikin.

Di sala derbasbûyî de têkildarî şerê li Bakur û Rojhilê Sûriyê, peymana agirbestê di navbera Rûsya û Tirkiyê de hate mohrkirin, lê dîsa êriş ranewestiyan, nexasim di van demên dawîn de artêşa Tirk a dagirker zêde êriş dike, nexasim navçeya Eyn Îsayê ku ji beriya çend rojan şer lê rû da û carcaran jî topbaran dike.

Di vê der barê de Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratî Kurd Sûriyê Gîlo Îsa got ku Rûsyaya garantor bi bêdengiya xwe ji êrişên artêşa Tirk re, bûye hevkara van êrişan.

Gêlo Îsa da zanîn ku li şûna Rûsya wekî dewleteke ku çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re dixwaze tevbigere bûye kelem û ew dibînin ku tekane rêya ku Rûsya behsa wê dike, bilindbûna asta rageşiyê ye.

Gelo Îsa di berdewamiya gotina xwe de ev yek destnîşan kir: "Redkirina gel ji siyaseta Rûsya re di gelek xwepêşandanên ku li herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê li dar ketine diyar dibû, nexasim meşên berê xwe bi nuqteyên Rûsyayê vekirin. Her wiha di gelek daxuyaniyên siyasetmedarên ku bêdengiya Rûsya wekî erêkirina Tirkiyê ji dagirkirina herêmên navborî re dihate xuyakirin."

Gêlo Îsa bang li partiyên siyasî yên kurdî kir ku li dijî siyaseta Rûsyayê bisekinin ji ber ku siyaseteke qirêj e.

Di heman çarçoveyê de Gêlo Îsa hikumeta Şamê jî wesif kir û wiha got: "Di dagirkirina xaka xwe de destekê dide dijminê xwe, nîşana vê yekê rewşa bajarokê Eyn Îsayê ye, QSD`ê derbasbûna hêzên hikumeta Şamê ji van herêmên re erê kir, ji ber ku baweriya xwe bi yekitiya xaka Sûriyê anîne, lê hikumet ne li gorî vê yekê tevdigere û li pey lîstokên Rûsya-Tirkiyê ve diçe, lewra mirov dikare bibêje ku di dagirkirina xaka Sûriyê de hikumet alîkariya artêşa Tirk dike."

Di dawiyê Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Demokrat Kurdî Sûriyê Gêlo Îsa bang li gel kir ku li dijî van siyasetên derexlaqî asta têkoşîna xwe bilind bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HOs8qEfnUGc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>