​​​​​​​ ‘Tecrîd sûc e’

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê destnîşan kir ku rêxistin û hevgirtina bi fikira rêber Abdullah Ocalan rêya herî guncaw a şikandina tecrîdê û naveroka wê ye.

​​​​​​​ ‘Tecrîd sûc e’
24 kanûn, 2020   04:54
HELEB-ARIF SILÊMAN

Ji dema dîlgirtina rêber Ocalan a 1999’an de, desthilatên Tirk tecrîda girankirî li dijî rêbertî ferz kiriye. Tevî ku dewleta Tirk roleke serkêş di ferzkirina tecrîd û siyaseta li Îmraliyê de dilîze, lê fermandarên PKK’ê û KCK’ê piştrast dikin ku tecrîda li dijî rêber Ocalan siyaseta hêzên hegamon e. Armanca wan jî herêma Rojhilata Navîn di rewşeke alozî, nakokiya olî û mezhebî de bimîne.

Tevî tecrîda girdankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, endamê rêveber a Nivîsgeha Rêxistinê ya PYD’ê Elî Mistefa da zanîn ku armancên tecrîdê bi temamî pêk nehatin. Ji ber gel bi fikir û perspektîfên rêbertî bandor bûye.

 ‘TECRÎD; KAREKÎ SÛCDARÎ LI DIJÎ RÊBER OCALAN E’

Mistefa piştrast kir ku tecrîda ku dewleta Tirk li dijî rêber Ocalan ferz kiriye, karekî sûcdarî ye û bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîdê şermek e.

Mistefa bang li gelê Kurd kir ku yekitiya xwe ava bike, da ku tecrîda li dijî rêber Ocalan bi dawî bikin.

Li aliyekî din jî hevseroka komîna Şehîd Celal, Fatme Cemîl sûcên desthilatên Tirkiyê li dijî rêber Ocalan şermezar kir û da zanîn ku dewleta Tirk çareseriyê naxwaze. Ji lew re tecrîda li dijî rêber Ocalan ranake.

Fatme Cemîl bang li gelê Kurd kir ku têkoşîna ji bo bidawîkirina tecrîdê bilind bikin û wiha bi dawî kir: "Kî dixwaze azad bijî, bila xwesteka azadiya rêber Ocalan bike."

(fr)

ANHA