El-Mismarî: Milîs û çete amadekariya êrişekê li dijî rojhilatê welêt dikin

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê îro ragihand ku bi hezaran çete û milîs li herêma Hîşe, Qidahiye, Zemzem û li rojhilatê Misratayê kom bûne û amadekariya êrişekê li dijî rojhilatê Libyayê dikin. Artêşê diyar kir ku çete agirbestê binpê dikin.

El-Mismarî: Milîs û çete amadekariya êrişekê li dijî rojhilatê welêt dikin
23 kanûn, 2020   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got ku milîs amadekariya pêkanîna êrişekê li dijî herêmên di bin kontrola artêşê de li Sirte, Cefra û herêma rojhilat bi giştî dikin.

El-Mismarî destnîşan kir ku çete bi van kirinên xwe agirbestê binpê dikin.

Her wiha El-Mismarî piştrast kir ku artêşa Lîbyayê tevgerên milîsan dişopînin û hişyarî ji tevgerên provokatîv ên çeteyan da.

El-Mismarî bi bîr xist ku Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê bi agirbestê û biryarên komîteya leşker (5+5) pabend e.

(şx)