Mihemed El-Neîmî: Bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ji sûcên dewleta Tirk kambaxtir e

Endamê Yekitiya Parêzerên li herêma Cizîrê Mihemed Emîn El-Neîmî destnîşan kir ku sûcên artêşa Tirk nexasim ên li dijî girtiyên siyasî, li dijî mirovahiyê ne. El-Neîmî diyar kir ku bêdengiya rêxistinên parastina mafên mirovan ji kiryarên desthilata Tirk kambaxtir e.

Mihemed El-Neîmî: Bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ji sûcên dewleta Tirk kambaxtir e
24 kanûn, 2020   02:33
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ

Bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina sûcên artêşa Tirk li dijî girtiyên siyasî, gelek siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 27`ê Mijdara derbasbûyî dest bi grêva birçîbûnê kirin.

Pêngava grêva birçîbûnê li gel piştgiriya gel, hîna berdewam e.

ꞌLI GORÎ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ DEWLETA TIRK SÛCDAR Eꞌ

Endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Mihemed Emîn El-Neîmî got ku girtî li hemberî siyasetên çewisandinê yên desthilan û yên li dijî mafên mirovan, dest bi grêva biçîbûnê dikin û wiha domand: “Grêv, bertekek li dijî zilma desthilata Tirkiyê û tecrîda girankirî ya ku li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye.”

El-Neîmî piştrast kir ku girtina siyasetmedaran û kesên ji bo xuyakirina fikrê xwe û lidarxistina çalakiyên xwe, ne rewa ye û li gorî qanûnên navneteweyî tê cezakirin. Di sala 1948`an de Ragihandina Mafên Mirovan a Cîhanê, qanûnek derxist ku li gorî wê ji mafê xwediyê ray û fikr, çalakiyên xwe li ser astên siyasî û zanînê li dar bixe.

Mihemed Emîn El-Neîmî di nav gotinên xwe de bal kişand ser siyaseta artêşa Tirk a li dijî rêber Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Gelo bi çi mafî desthilata Tirk vê zulmê li rêber Ocalan pêk tîne û dixwaze wî ji derdorê qut bike? Rêber Abdullah Ocalan li hemberî mirovahiyê tu guneh nekiriye, xwedî felsefe û fikrekî demokrat e û projeya wî xizmeta gelê bindest dike."

Endamê Yekitiya Parêzeran Mihemed Emîn El-Neimî ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji mafê çalakgerên greva birçîbûnê ye ku dema biryareke wiha bide, ji hêla desthilatê ve di lêpirsînê re derbas bibin, da ku sedemên grêvê û doza girtiyan nas bike."

Her wiha El-Neîmî da zanîn ku li gorî qanûn nanvneteweyî dewleta Tirk sûcdar e û êdî ev yek tê zanîn.

El-Neîmî diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan û Rêxistina Efû ya Navneteweyî berpirsên sûcên ku dewleta Tirk li dijî girtiyên siyasî û rêber Abdullah Ocalan pêk tîne û wiha domand: “Bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û CPT`ê ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan kambaxtir e.”

ꞌGER RÊXISTINAN KARÊN XWE BIKIRANA DÊ GELEK GIRTIYÊN SIYASÎ ŞEHÎD NEKETANAꞌ

Mihemed Emîn El-Neîmî bang li rêxistinên mafên mirovan û CPT`yê kir ku li hemberî sûcên artêşa Tirk li dijî girtiyên siyasî, helwestekê nîşan bidin û wê li dadgehên navneteweyî muhesebe bikin. Her wiha bi armanca pêkanîna edalet û parastina mafên mirovan, çaranûsa girtiyên siyasî bi rêya darizandina wan di dadgehên zelal de dûrî siyastê, diyar bikin. El-Neîmî piştrast kir ku heke van rêxistinan bi rola xwe ya çalak rabûna, ewqas girtiyên siyasî di girtîgehên Tirkiyê de di encama grêvê de şehîd nediketin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IqFP_-7ZH-U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>