​​​​​​​Peyama Macron ji artêşa Lubnanê re: Hûn stûnên ewlehiya Lubnanê ne

Serokê erkdanê yê artêşa Fransayê general Francois Lockwinter ji fermandarê artêşa Lubnanê Îmad Cozêf Ewn re peyama Serokê Fransayê Emmanuel Macron veguhast. Macron di peyamê de piştrast kir ku Parîs dibîne ku artêş stûnên ewlehiya Lubnanê ye.

​​​​​​​Peyama Macron ji artêşa Lubnanê re: Hûn stûnên ewlehiya Lubnanê ne
23 kanûn, 2020   15:10
BEYRÛT

Francois Lockwinter li şûna Serokê Fransayê Emmanuel Macron serdana Lubnanê kir. Ji ber Macorin bi vîrusa Koronayê ketiye û serdan taloq kir. Ev serdan ne têkildarî aliyên siyasî bû, lê tenê bi daxwaza yekser ji Macron hevpeyvîna bi fermandarê artêşê re bû.

Li gorî çavkaniyê ji Merkeziyê re daxuyandî, Francois Lockwinter peyama taybet a Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji artêşa Lubnanê re şand û wiha ye: "Dewleta Fransayê israr dike ku artêş bi fermandariya xwe ya niha stûna ewlehiay Lubnanê ye."

Di peyamê de hat piştrastkirin ku Fransa her tim li kêlek artêşê ye û piştevaniya guncaw pêşkêş dike.

Francois Lockwinter serdana navenda fermandariya artêşê ya li Yerze kir, da ku piştrast bike ku Fransa piştevaniya saziyên leşkerî dike. Ji ber nakokiyên siyasî hene û girîngî ji merheleya hesas a Lubnanê re tune ye.

Fransa di vê merheleyê de pişta xwe dide rola artêşê. Ji lew re Francois Lockwinter da zanîn ku Fransa girîngiyê dide aramiya Lubnanê, bi taybet saziya leşkerî ku hêmana bingehîn a aramiyê ye.

(fr)