‘Biryara girtina Leyla Guven nîşaneya binpêkirina pîvanên mirovî û siyasî ye’

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku biryara girtina Leyla Guven nîşaneya binpêkirina dewleta Tirk ji nirx û pîvanên mirovî û siyasî ye û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî binpêkirinên li dijî siyasetmedar û parlamenteran bikevin nava tevgerê.

‘Biryara girtina Leyla Guven nîşaneya binpêkirina pîvanên mirovî û siyasî ye’
23 kanûn, 2020   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çalakvanên siyasî şermezar kirin û banga berdana girtiyan kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Hikumeta Tirk bi serkêşiya AKP`ê hemû xetên sor derbas kirin û hemû peyman û rêgezên navneteweyî yên mafên mirovan binpê kirin. Dewleta Tirk her ku diçe desthilat û zordariya xwe zêde dike. Li Girtîgeha Amedê cezayê girtinê heta 22 salan li parlamantera Kurd Leyla Guven hate birîn û Leyla bi dan û standina bi aliyên terorîst re hate tewanbarkirin. Her wiha parêzbendiya wê û ya gelek parlamenterên HDP`ê hate betalkirin. Biryara girtina Leyla Guven nîşan dide ku dewleta Tirk hemû nirx û pîvanên mirovî û siyasî binpê dike.

Li aliyekî din gelek hevşaredarên li Tirkiyê hatin binçavkirin. Ev kiryarên hikumeta Tirk aloziya hundirîn a Tirkiyê kûrtir dikin û dorê li tevgera alîgirên demokrasiyê teng dikin, her wiha zemînekê ji bo geşkirina hêzên tundraw û radîkal ava dike û xetereyê ne tenê li ser Tirkiyê, lê belê li ser civaka navneteweyî jî çêdike.

Wek Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em van kiryarên li dijî çalakvan û siyasetmedaran û di serî de li dijî Leyla Guven şermezar dikin û em banga betalkirina vê biryarê û berdana hemû girtiyên azadiya nêrînê yên li girtîgehên Tirkiyê, dikin. Her wiha em bang li civaka navneteweyî dikin ku li hemberî van binpêkirinan bikeve nava tevgerê. Em bang li YE`yê jî dikin ku hemû rengên piştgirîdayîna dewleta Tirk rawestîne û zordariya wê li hundir û derve bi dawî bike.”

(cx)