Li Şedadê stasyona sêyemîn a paqijkirina avê dest bi xizmetê kir

Şaredariya Gel a Şedadê ji bo pêkanîna pêdiviyên navçeyê û gundewarên wê yên ava vexwarinê stasyona sêyemîn a paqijkirina avê li taxa Sînaa vekir.

Li Şedadê stasyona sêyemîn a paqijkirina avê dest bi xizmetê kir
Li Şedadê stasyona sêyemîn a paqijkirina avê dest bi xizmetê kir
Li Şedadê stasyona sêyemîn a paqijkirina avê dest bi xizmetê kir
Li Şedadê stasyona sêyemîn a paqijkirina avê dest bi xizmetê kir
Li Şedadê stasyona sêyemîn a paqijkirina avê dest bi xizmetê kir
Li Şedadê stasyona sêyemîn a paqijkirina avê dest bi xizmetê kir
23 kanûn, 2020   14:01
HESEKÊ

Piştî ku Gerînendetiya Avê ya Hesekê ragihand ku wan dest bi projeya ava Firatê ji bo herêmên başûrê Hesekê kir, Şaredariya Gel a navçeya Şedadê stasyona sêyemîn a avê li taxa Sînaa vekir.

Av dê rojane bi rêya sîtêrên şaredariyê li şêniyan were belavkirin.

Cîgirê Hevserokatiya Şaredariya Gel a Şedadê Husem El-Tean diyar kir ku piştî restorekirina giştî ya stasyona paqijkirina avê li taxa Sînaa , stasyonê îro dest bi xizmetê kir.

El-Tean got pêwîstiya herêmê bi vê projeyê hebû da ku pirsgirêka kêmbûna avê çareser bikin.

Şebekeya avê berî 8 salan hatibû talankirin, ji ber wê yekê şênî bi rêya sîtêrên taybet pêwîstiyên xwe yên avê dabîn dikirin.

(dm)

ANHA