​​​​​​​Heqaret û îşkenceya sîstematik… çeteyan şêniyekî ji Efrînê bi erebeyê ve girê da û kaş kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêbazên cuda îşkenceyê li şêniyên resen ên kantona Efrînê ya dagirkirî dikin û heqaretê li wan dikin. Herî dawî çeteyên dewleta Tirk welatiyek ji stûyê wî bi erebeyê ve girê da û kaş kir.

​​​​​​​Heqaret û îşkenceya sîstematik… çeteyan şêniyekî ji Efrînê bi erebeyê ve girê da û kaş kir
23 kanûn, 2020   13:00
EFRÎN

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo wiha got: “Çeteyên El-Şamiye welatiyê bi navê Xelîl Husnî yê ji gundê Mîrkan ji stûyê wî ve girê da û heta baregeha xwe ya li navçeya Mabata li pişt erebeyê kişand.”

Şêxo piştrast kir ku hemû sûc bi fermanên yekser ên îstixbarata Tirk pêk tên, da ku dorê li şêniyên resen teng bikin û wan ji warê wan bidin koçberkirin û diyar kir ku heta vê kêliyê êrişên serdegirtin û revandinê berdewam dikin.

Şêxo her wiha bi bîr xist ku çeteyên El-Hemze bi tundî li welatiya bi navê Xezalê Selmo ya ji gundê Basûfanê da û heqaret lê kirin, piştre ew birin girtîgeha li gundê Îska.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3Ak8tI8Cixs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>