Çalakiya şêniyên Tebqayê di roja duyemîn de berdewam dike

Bi armanca şermezarkirina êrişên li dijî Eyn Îsayê şêniyên Tebqayê çalakiya xwe di roja duyemîn de didomînin û gel serdana konê çalakiyê dike.

Çalakiya şêniyên Tebqayê di roja duyemîn de berdewam dike
23 kanûn, 2020   12:52
TEBQA

Duh li baxçeyê Navenda Çandê ya li Tebqayê konê çalakiyê hate vedan û îro komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran û şêxên herêmê û gel serdana kon kir.

Di bin konê çalakiyê de gelek kes axivîn û rola NY`yê û rola Rûsyayê ku li herêmê garantor e û hêzên xwe bi cih dike, da ku sivîlan ji hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê biparêze, şermezar kirin û îşaret bi armancên Erdogan ên li herêmê kir.

/kr/uploads/files/2020/12/23/125246_120844_tebqa-kone-girava-berci-bone-28129.webp

Di heman demê de axêveran piştgiriya gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji QSD`ê re nîşan da.

Di dawiyê de axêveran bang li NY`yê û komeleyên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û dawî li êrişên artêşa Tirk bînin.

Tê payîn ku heta saetên derengiya şevê şandeyên ji Tebqa û gundewarên wê serdana kon bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bsVPTkEnkDg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>