Navên kesên ji gundê Mîrkan ê Mabata hatine revandin diyar bûn

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê navên gelek kesên ji gundê Mîrkan a navçeya Mabata ya Efrînê hatine revandin, eşkere kirin.

Navên kesên ji gundê Mîrkan ê Mabata hatine revandin diyar bûn
23 kanûn, 2020   13:12
ŞEHBA-FÎRAS IBRAHÎM

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk bi fermaneke ji îstixbarata dewleta Tirk li dijî şêniyên Efrînê li navçeya Mabata û gundên girêdayî wê sûcan pêk tînin.

Şêxo got çeteyên El-Cebhe El-Şamiye ji duh ve gundê Mîrkan dorpêç kiriye.

Şêxo ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên gundên Mabata, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi sedan şêniyên gundê Mîrkan, di nav de jin jî hene, revandin. Her wiha ji gundên Şîtka, Misteşîra, Erendê, Dela, Elî Caro û Qasmo û gelek gundên din ên navçeya Mabeta, revandin.

Şêxo navên kesên hatine revandin eşkere kirin; ji gundê Mistika Esed Elo, Zekeriye Elo, Ebdîn Hiso, Mihemed Hiso û Hawar Silêman, ji gundê Erendê Egîd Reşîd Hisên, Mihemed Mihemed Hisên, Ebdulruhmen Xelîl Mistefa, Ismaîl Mihemed Sîdo û Ebdulruhmen Henîf Hisên û ji gundê Mîrkan Xelîl Hisnî Hemdî, Fêsel Foad Hemalîko, Xemgîn Hemo, Neasan Sîno, Bangîn Erêf Ebdo û Ebdo Gênc Xemîs.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UfAqBaVjyyc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>