Rêveberiya Xweser Cejna Noelê pîroz kir û roja şemiyê kir betlane

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cejna Noelê li hemû xiristiyanên cîhanê pîroz kir û bi wê boneyê 26`ê Kanûnê wek betlaneya fermî ragihand.

Rêveberiya Xweser Cejna Noelê pîroz kir û roja şemiyê kir betlane
23 kanûn, 2020   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Cejna Noelê ku dikeve roja înê (25`ê Kanûnê), Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nameyeke pîrozbahiyê belav kir.

Di nameyê de wiha hate gotin: “Hevserokatiya Meclisa Rêveber Cejna Noelê li birayên xiristiyan ên li seranserê cîhanê û gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dike û hêvî dike ku ev cejn bibe wesîleya hezkirin, aştî, aramî û ewlehiyê.”

Bi heman boneyê, Rêveberiya Xweser biryarnameyek bi hejmara 41’an derxist û roja 26`ê Kanûnê wek betlaneya fermî îlan kir. Biryar ji bo daîreyên ku divê karê wan berdewam bike, ne derbasdar e.

(cx)