Dewleta Tirk aloziya li Deryaya Spî kûrtir dike

Dewleta Tirk ragihand ku keştiya wê Oruç Reîs ku li ava nakok a rojhilatê Deryaya Spî dixebitî, wê careke din li berava aliyê başûrê Tirkiyê dest bi lêkolînê bike.

Dewleta Tirk aloziya li Deryaya Spî kûrtir dike
23 kanûn, 2020   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê, keştiya lêkolînê ya Tirkiyê ‘Oruç Reîs’ li rojhilatê Deryaya Spî dê dest bi lêkolîneke nû bike ku wê heta 15'ê Hezîranê bidome û ev yek jî hişyariya rûdana aloziyeke nû derdixe holê.

Tê zanîn ku Tirkiyê bi Yewnanistan û Qibrisê re li ser mafê lêgerîna li herêmên rojhilatê Deryaya Spî, di nava aloziyekê de ye.

Di lûtkeya dawîn a lîderên Yekitiya Ewropayê de, biryar hate dayîn ku amadekariyên cezayên sînordarî li dijî kesayetên Tirk were kirin.

(dm)