Hîşam El-Beqlî: Pêşeroja Erdogan bi helwesta navneteweyî ve girêdayî ye

Mudirê Navena Selman Zayid a Lêkolînan, got ku cezayên li dijî Tirkiyê dê bi awayekî neyînî bandor li aboriya wê û pêşeroja Erdogan bike. Ji ber ku gelê Tirk gelek siyasetên wî red dikin û bi cezayan re, redkirin zêde dibe.

Hîşam El-Beqlî: Pêşeroja Erdogan bi helwesta navneteweyî ve girêdayî ye
23 kanûn, 2020   09:53
QAHÎRA-EMENÎ EZAM

Hîşam El-Beqlî midûrê Navenda Selman Zayid a Lêkolînan destnîşan kir ku cezayên ku li dewleta Tirk hatine ferzkirin, dê bi awayekî neyînî bandor li aboriya Tirkiyê û tevgera dewleta Tirk li herêmê bike, bi taybet têkbirina ewlehiyê û wiha domand: ”Lê ev bandor di dema niha de wê sivik be. Lê heke pabendiyek navneteweyî bi cezayan re hebe, li gel şermezarkirina tevgerên bi guman ên Tirkiyê li Rojhilata Navîn û piştgiriya wê ji komên terorîst re, dibe ku ev bandor zêde bibe.”

El-Beqlî di hevdîtineke taybet de bi ANHA`yê re îşaret pê kir ku ji ber wan cezayên li ser asta hundirîn, pêşeroja Erdogan jî bandor dibe. Gelê Tirk gelek siyasetên Erdogan qebûl nake û dibe ku bi cezayan re ev redkirin zêde bibe.

Her wiha El-Beqlî diyar kir ku ceza di dema bidawîbûna serokatiya Donald Trump de hatin ferzkirin, lewra dibe ku hikumeta Amerîkayê ya nû û Rêveberiya Biden van biryar û cezayan biguhere.

Li gorî El-Beqlî, ya girîng di vê mijarê de, ne erêkirina cezayan li dijî Tirkiyê ye. Lê belê ya girîng mekanîzmeya ferzkirina wan cezayan û asta pabendiya hinek dewletan pê. Bi taybet dewletên ku bi awayekî yekser bi Tirkiyê re didin û distînin û têkilî di navbera wan de hene.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji ber kirîna Tirkiyê pergala S-400 a Rûsyayê, ceza li Tirkiyê ferz kir. Li aliyekî din Yekitiya Ewropayê (YE) di civîna xwe ya dawîn de, ji ber tevgerên provokatîv ên Tirkiyê li rojhilatê Deryayê Spî, biryara ferzkirina cezayan li Tirkiyê da. Lê ev biyar dê di Adara 2021`an de li gorî tevgerên Tirkiyê pêk werin.

(şx)

ANHA