Dibistanên Zirganê di navbera çeteyên Hemzat û Emşat de bûne zeviyên guleavêtinê

Zarokê bi navê Ehmed Mihemed ku her sibe saet 07:00 li cihê ku biçe dibistana xwe diçe nava zeviyan da ku her du bizinên ku ji malbatê re mane û pê debara xwe dikin biçêrîne. Mihemed her roj bi hesret û dilekî melûl di ber dibistanê re derbasî nava zeviyan dibe, ji ber ku dibistan êdî bûye armanca gulebaranên dagirkeriya Tirk.

Dibistanên Zirganê di navbera çeteyên Hemzat û Emşat de bûne zeviyên guleavêtinê
Dibistanên Zirganê di navbera çeteyên Hemzat û Emşat de bûne zeviyên guleavêtinê
Dibistanên Zirganê di navbera çeteyên Hemzat û Emşat de bûne zeviyên guleavêtinê
Dibistanên Zirganê di navbera çeteyên Hemzat û Emşat de bûne zeviyên guleavêtinê
23 kanûn, 2020   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Ehmed Mihemed (14) li navçeya Zirganê dijî ku êdî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji 9’ê Cotmeha 2019’an de bûye eniya şer a bi ser artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve.

Saet 7 sibeha her rojê, soza derketina xwendekaran ji malê ya çûna dibistanê ye. Lê Ehmed diçe zeviyên navçeyê da ku ji eslê 8 pezên malbatê 2 bizinên mayî biçêrîne. Ji ber bizinên din ji bo debara jiyanê hatin firotin.

Mihemed cilekî zer li xwe kiriye û bi rûyekî xemgîn û bedbûnê her sibehê tevî 2 bizinên xwe diçe nava zeviyan. Di kêleka dibistana xwe re ya ku neçar maye jê bi dûr bikeve, diçe. Ji ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dibistanê kirine cihê zeviya avêtina guleyan, bi taybet çeteyên Hemzat û Emşat ên ku gundewarên derdora navçeya Zirganê dagir kirine.

Navçeya Zirganê nêzî 30 km ji aliyê rojhilat ve ji bajarê Serêkaniyê ve dûr e û bi nêzî 75 km ji bajarê Hesekê ve dûr e. Lê belê navçe ji eniya şer a di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê yên li bajarok belavkirî de, kêmî kîlometreyekê dûr e.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker rojane navçeyê topbaran dikin û hêzên hikumeta Şamê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê bê deng in.

Li bajarokê Zirganê 5 dibistan hene û çeteyên dewleta Tirk a dagirker rojane wan dibistanan armanc dikin. Du dibistan bi sedema ku cihên wan li eniya şer in, hatin sekinandin. Lê dibistanên dîtir hejmareke pir kêm zarokan tê de dixwînin. Ew jî bi sedema nearamiya rewşê ye. Ji ber şênî ditirsin zarokên xwe bişînin dibistanan.

Li gorî serjimariya ku Rêveberiya Dibistanan a navçeya Zirganê belav kiriye, îsal zêdetirî 6 hezar û 741 xwendekar ji xwendinê hatin mehrûmkirin. Lê belê tenê 40 dibistan ji eselê 81 dibistanên li gundewar û navçeyê hatin vekirin. Ji ber dewleta Tirk a dagirker hin dibistan kirine baregehên leşkerî û hin jî li eniya şer in, nehatin vekirin.

Endama Rêveberiya Dibistanên Zirganê Nisrîn Elî piştrast kir ku rewşa perwerdê li navçeyê digel êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmê û armancgirtina yekser a dibistanan karesat e.

Nisrîn Elî wiha got: "Li herêma sînor rojane topbaran hene û rewşa perwerdê ya li herêmê biêş e. Her wiha hejmara xwendekarên di dibistanan de rojane kêm dibin. Ew jî bi sedema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî dibistanan û tirsa şêniyan e."

Nisrîn Elî diyar kir ku çîroka topbaranê êdî li ser zimanê tevahî zarokên navçeyê ye. Ev jî ji aliyê derûnî ve xeteriyeke mezin li ser zarokan e.

Endama rêveber a Rêveberiya Dibistanên Zirganê Nisrîn Elî bang li garantorê Rûsyayê kir ku bi rola xwe rabe û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî navçeyê rawestîne, da ku xwendekar berê xwe bidin dibistanên xwe.

(fr)

ANHA