Li beramber xwendekarên zanîngehên Sûriyê, şantajî û bertîl hene

Xwendekarên zanîngehên Sûriyê di şantajan re derbas dibin, ji bo ku xwendina xwe berdewam bikin divê bertîlan bidin. Ji bo ku xwendevan xwendina xwe ya bilind( zanîngeh,peymangeh) li Sûriyê biqedîne "yan divê bertîlan bide yan rastî şantajan were û  yan jî wê xwendinê berde."

Li beramber xwendekarên zanîngehên Sûriyê, şantajî û bertîl hene
Li beramber xwendekarên zanîngehên Sûriyê, şantajî û bertîl hene
Li beramber xwendekarên zanîngehên Sûriyê, şantajî û bertîl hene
Li beramber xwendekarên zanîngehên Sûriyê, şantajî û bertîl hene
23 kanûn, 2020   07:34
HELEB

Ji dema ku Partiya Baasê li Sûriyê hatiye ser desthilatê, gendeliya rêvebertiyê li zanîngehan hatiye belavkirin. Lê piştî krîza Sûriyê hîn zêdetir bû û asta çavdêriyê kêm bû êdî li pêş xwendekaran vebijêrk çêbûn û ew vebijêrk jî ji bo mafên xwendekar û sîstema perwerdê karesat e.

Krîza aborî li Sûriyê û lawazbûna çavdêriyê bû sedem ku mamosteyên zanîngehan xwendekaran şantaj bikin û sîstema perwerdê ku tişta herî girîng e û stûna avakirina civakan e, ji bo berjewendiyên xwe yên takakesî bi kar bînin.

 ‘MAMOSTE WANEYAN ŞÎROVE NAKIN Û LI XWENDEKARAN NEÇAR DIKIN KU SEMÎNERAN  BIKIRIN’

Mamosteyên zanîngehan waneyan ji xwendekaran re şîrove nakin û wan neçar dikin ku broşoran bi bihayên zêde bikirin. Girêdayî mijarê xwendekarê fakulteya endazyariyê ya zanîngeha Helebê bi navê (A.B) wiha got: "Wek tê zanîn, li Sûriyê xwendin bê pere ye. Lê belê rastî berovajî ye. Ji ber em broşoran bi zêdetirî 300 hezar lîreya Sûriyê dikirin. Ev tenê ji bo waneyên teorî ne. Lê li aliyekî din jî proje û xebatên pratîkî hene ku astengiyê zêde dikin."

(A.B) wiha domand: "Mamoste waneyan şîrove nakin û ji me re dibêjin ku broşor li filan pirtûkxaneyê hene û hûn dikarin bikirin. Ev yek nîşan dide ku di navbera xwediyê pirtûkxaneyê û mamosteyan de hevkarî heye û qezencan dabeş dikin. Lê ji ber ku em nikarin van broşoran bi sedema bihabûnê bikirin, em bi telefonan wêneyên wan dikişînin û van wêneyan vedigerînin forma PDF, da ku bixwînin."

 (A.B) wiha axivî: "Heta astekê me çare ji broşoran re dît. Lê belê xema me di derbarê vê yekê de bi dawî nabe. Ji ber barê herî mezin di wane  û projeyên pratîkê de ne. Ji ber ku her tişt an jî madeyekê ku ji bo projeyeke pratîkê re were kirîn, pêdiviya wê bi pereyekî zêde heye. lêçûna projeyeke pratîkê ya herî kêm bi zêdetirî 25 hezar lîreya Sûriyê ye. Gelo em ê çawa li gel van rewşan xwendinê temam bikin.?"

Xwendekarekî din jî ku sala sêyemîn a fakulteya hiqûqê dixwîne ku ji ber rewşên ewlehiyê nexwest navê xwe bêje wiha got: "Ez li ser erebeya kirê (taksî) dixebitim, da ku xwendina xwe temam bikim. Di sibehê de diçim zanîngehê û bi êvarê jî li ser erebeyê dixebitim. Lê tevî wê jî dabînkirina pêdiviyên xwendinê dijwar e. Kadroyên perwerdekirinê û kesên ku di warê  xwendina bilind de dixebitin tenê bi şantajkirina xwendekar difikirin da ku xwe li ser lêçûna xwendevanan dewlemend bikin."

Xwendekar wiha gotina xwe berdewam kir: "Tevî wê jî, tu nîşaneyên xêrê li pêş derçûna me ji zanîngehê tune ne. Ji kesên zanîngeh jî bi dawî kirine, yan li malên xwe rûniştine yan jî di karekî ku ne li gorî xwendina wan e de dixebitin. Da ku debara malbata xwe bikin."

 ‘BÊYÎ BERTÎLÊ TU NIKARÎ PIRTÛKA KU JI MAFÊN TE YÊN QANÛNÎ YE, WERGIRÎ’

Li gorî mersûma qanûnsaz a bi jimareya 30 a 03.05.2007’an a bi naveroka qanûna xizmeta alê anku leşkertiyê û li gorî madeya 33’yan ji biryara fermandariya giştî ya bi jiymareya 27’an a 03.05.2007’an, xwendekarên ku kaxiza derengxistinê ya leşkertiyê werdigirin, naçin leşkeriyê. Ew jî li gorî madeya 10’an a leşkertiyê.

‘DA KU TU KAXIZA DERENGXISTINA LEŞKERTIYÊ WERGIRÎ, DIVÊ TU PEREYAN BIDÎ’

Li Sûriyê qanûnek ji qanûnên xizmeta alê anku leşkertiyê heye. Ew qanûnê jî di nava mersûma qanûnsaz a bi jimareya 30 a 03.05.2007’an de heye û naveroka wê derengxistina xizmeta alê ya li gorî xwendekaran ku dema xwendina xwe bi temam kirin. lê belê li gorî xwendekarên zanîngeha Helebê, ev qanûn ji bilî dayîna bertîlê pêk nayê.

Girêdayî mijarê, xwendekarê bi navê (H.M) wiha axivî: "Qanûneke ji bo derengxistina leşkeriya xwendekaran heta bidawîkirina xwendinê heye û nivîske ji zanîngehê de ji navenda leşkertiyê re tê şandin. Li gorî wê leşkertiya me tê derengxistin û ev jî sal bi sal pêk tê. Lê belê da ku tu vê kaxizê bi dest bixî, divê tu bertîlê bidî berpirsên zanîngehê. Heke na ew ê demê derêj bikin û bi bihaneyên ku bingeh tune ne bigirin. Hin caran jî eşkere dibêjin ka pereyan bidin heta ku tu vê kaxizê bi dest bixî. Lê ji ber ku polîsên leşkerî li her derê hene, em neçar dibin pereyan bidin. Ji ber li pêş me du vebijêrk hene, ew jî dayîna pere yan jî çûna leşkertiyê ye."

 ‘BERTÎL Û ŞANTAJ RÊYA YEKANE YA SERKETINÊ YE’

Gelek xwendekarên li fakulteyên zanîngeha Helebê dixwînin der barê vê yekê de axivîn û ji ber tirsa aliyên ewlehî ne agahî ne jî navên xwe gton. Lê tenê hin xwendekaran agahî da. ji ber xwendekaran gotin heke navên xwe bibêjin, dê wê demê pêşeroja wan têk diçe û dawiya wan girtîgeh e.

Xwendekara fakulteya wêjeyê ya zanîngeha Helebê (A.S) behsa hin kiryarên şantajê yên li dijî wan kir û wiha got: "Mamosteyên madeyê bi mebest hin xwendekaran di wê madeyê bi bin dixin û dema pira wê yekê tê kirin jî, mamoste bi hevokê wiha dibêje; li nivîsgeha min vegere da ku tu sedemê bizanî. Li vir dest bi girêbestê tê kirin. mamosteyê madeyê têkiliya cinsî pêşkêş xwendekar dike yan jî neçar dike pereyekî mezin li beramber serkeftina madeyê de bide. Ev rewşa me ye, gelo ji vê krêtir tiştek heye."

 (A.S) wiha dibêje: "Heke tu bixwazî bi ser kevî, li pêşiya te 3 vebijêrk hene. Yan tu yê li gorî xwestekên mamoste biçî, yan pereyan bidî yan jî divê piştevanekî te hebî. Ji bilî wê dijwar e ku tu madeyan bi ser kevî. Mînaka vê jî hin xwendekar hene , ji du salan zêdetir hê jî zanîngeh bi dawî nekirine. Ji ber ji wan 3 vebijêrkan jî nikarin yekê jî dabîn bikin. Berpirsê fakulteyê û berpirsên zanîngehê vê karî dikin û bê deng in, ji ber ew jî tên şantajkirin."

Xwendekaran got, ev rewşa zanîngehên wan  û tevahî zanîngehên li Sûriyê ye û wiha bi dawî kirin: "Me bi van mijaran dema em di amadehî de bûn, dibihîstin û me nizanî gihaştiye vê astê. Em îro di vê rewşê de dijîn û berpirs paşguh in. Ji ber ew hevpar in. Gelo dê pêşeroja welat çawa be, ji ber zanîngehên me bingehê derçûna kadroyên ku dê Sûriyê ava bikin û bi pêş bixin?"

(fr)

ANHA