Parlamentoya Tirkiyê dirêjkirina dema erka hêzên xwe li Lîbyayê pejirand

Parlamentoya Tirkiyê dirêjkirina dema erka hêzên Tirkiyê li Lîbyayê ji bo 18 mehan pejirand.

Parlamentoya Tirkiyê dirêjkirina dema erka hêzên xwe li Lîbyayê pejirand
22 kanûn, 2020   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Tirkiyê muzakereya dirêjkirina mayîna leşkerên Tirk li Lîbyayê heya 18 mehan îmze kir.

Erdogan beriya du hefteyan muzakereyeke pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê kir, tê de xwest ku mayîna hêzên Tirk li Lîbyayê 18 mehên din zêde bike, ku ji Çileyê dest pê bike.

Ev tevgera ji aliyê dewleta Tirk ve, hemwextî xebatên Neteweyên Yekbûyî yên çareserkirina siyasî ji aloziyê Lîbyayê re û cezayên Ewropa û Amerîkayê yên li dijî Tirkiyê pêk hat.