Li Dêrazorê beşa perwerdeyê ji nava kavilên şer bi pêş dikeve

Şêniyên Dêrazorê bi hemû hêza xwe ji bo pêşdeçûna rewşa perwerdeyê dixebtin. Lê beriya wê, di dema serweriya komên çete, şer û koçberiyê de perwerde rawestîbû. Lê Meclisa Sivîl a Dêrazorê niyet dike ku 5 milyon û 274 hezar dolar ji bo mîzaniya 2021’an diyar bike.

Li Dêrazorê beşa perwerdeyê ji nava kavilên şer bi pêş dikeve
23 kanûn, 2020   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Di dirêjahiya aloziya Sûriyê de sûriyan ji tevahî aliyan de zirar dît, nexasim jî ji aliyê fêrkirin û perwerdê ve. Ji ber li tevahî herêmên Sûriyê şer, koçberiya bizorê çêbû. Vê yekê jî li gel sûriyan girêkek çêkir ku çawa zarokên xwe bê xwendin bihêlin.

Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe ji vê rewşa bi azar rizgar kir û hewl da parastina rewşa fêrkirin û perwerdeyê bike.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 789 hezar û 225 xwendekar di 4 hezar û 317’an dibistanan de dixwînin. Lê tevî wê jî hin astengî li pêş plana xebata Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê hene, nemaze jî li herêmên di vê dawiyê de ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, di serî de jî gundewarên rojhilatê Dêrazorê.

Piştî ku QSD’ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê di Adara borî ya par de rizgar kir ku berîkên dawîn ên DAIŞ’ê bûn, Rêveberiya Xweser xebata jinûve vegerandina jiyanê li herêmê vegerand. Ew jî bi hevkariya şêniyên wê bû.

Girêdayî mijarê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê di 24’ê Îlona 2017’an de aktîf kir.

Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê aliyê çavdêr li ser xebata perwerdeyê ya li herêmên rojhilat, bakur û rojavayê Dêrazorê ye, ji rojhilatê bajarokê Baxozê heta bi rojavayê bajarokê Cezratê.

 ‘JI NAV KAVILÊN ŞER PÊŞDEÇÛNA PERWERDEYÊ’

Hevserokê Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Kemal Mûsa wiha got: "Rêveçûna xebata perwerdeyê, li her herêmên dihatin rizgarkirin, dest pê kir, ji gundewarên bakurê Dêrazorê, piştre rojavayê Dêrazorê heta bi rojhilatê wê."

Mûsa wiha domand: "Xebata pêşdeçûna rewşa perwerdeyê ne rêveçûneke hêsan bû, me ji nava kavilên şer ên li herêmê dest pê kir û hê jî heta niha piştî aloziya Sûriyê dest pê kir, xebata perwerdeyê dikin."

 ‘BI HER SALÊ RE RÊJEYA PÊŞWAZÎKIRINÊ ZÊDE DIBE’

Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê sala xwe yekemîn a perwerdeyê di 2017’an de dest pê kir. Ew jî bi rêya vekirina 55 dibistan bi tevahî 12 hezar xwendekar bû.

Di 2018’an de hejmara dibistanên hatine vekirin gihaştin 320’an û tê de 105’an xwendekaran dixwendin.

Li gorî serjimariya fermî ya komîteyê, niha jî zêdetirî 290 hezar xwendekar ji merheleyên xwendinê yên seretayî, navîn û amadehî yên ji şêniyên Dêrazorê li 654 dibistanan dixwînin Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ew dibistan kirin xizmetê.

Kemal Mûsa wiha axivî: "Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê bi hemû derfetên xwe dixebite ku bigihîne her zanistê bigihîne her xwendekarekî/ê û pêdiviyên pêwîst ji wan re pêk bîne. Ew yek jî bi rêya 7 hezar û 993 mamoste û karkerên beşa perwerdeyê li 10 komeleyên perwerdeyê yên li herêmên Meclisa Sivîl a Dêrazorê pêk tê."

Li aliyekî din jî hevserokê Komeleya Perwerdeyê ya bajarokê Sosê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê Casim Hero wiha got: "Me bêyî hêmanên perwerdeyê û bi kedên ferdî û dilxwazî ji mamosteyên herêmê, dest bi xebata perwerdeyê kir. Lê ew xebat bi awayekî beşî piştî pêşkêşkirina Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê û şêniyên herêmê ya xizmetguzariyên pêwîst baş bû."

Hero diyar kir ku hevkariya di navbera komîte û şêniyan de û piştevaniya mezin a şêniyan ji bo jinûve aktîfkirina rewşa perwerdê, bû piştgiriyeke mezin a vegerandina xebata perwerdê û wiha pê de çû:"Hin şêniyan li gel Meclisa Sivîl a Dêrazorê piştevanî bi awayekî dilxwazî ji bo sererastkirina dibistanan pêşkêş kir."

Herdo da zanîn ku meteryalên li dibistanên Dêrazorê heman meteryalên Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û meteryalên hikumeta Şamê ne, ew jî li gorî merheleya perwerdê cuda dibin.

‘EM DIXWAZIN ZAROKÊN XWE JI CIHALET Û NEZANIYÊ BI DER XIN’

Malbatên xwendekaran eşkere kir ku xebata perwerdê û çûna zarokên wan li dibistanan pêwîstiyek e. Ew yek jî piştî qutbûna demeke dirêj pêk tê. Lê tevî wê jî xizmetguzariyên pêwîst ên dibistanan kêm e.

Muemer Hisên ê ji bajarokê Meraşîde ye û  bavê şagirtekî merheleya seretayî li dibistana Sosê wiha got: "Armanca min a yekemîn û dawîn ji şandina zarokan li dibistanan, derketina wan ji cehalet û nezanînê ye. Ji ber şer bû sedema nezanînê. Ji lew re ez bi hemû hêza dixebitim, da ku zarokên min bixwînin."

Li aliyekî din jî Rîm Mubarek Hesen, dayika şagiretekî li dibistana Meraşîde wiha destnîşan kir: "Ez dixwazin zarokên min bixwînin, da ku rewşen û zana bin. Bûyerên li derdora xwe û rewşên herêmê tê re derbas dibe, binasin."

Li gorî Kemal Mûsa, Komîteya Fêrkirin û Perwerdê bi hemû hêza xwe hewl dide rewşên perwerdê yên nû dabîn bike. Bi wê re jî îsal bi mezaxtina 200 hezar dolar û 400 milyon lîreya Sûriyê xizmetî dibistan û saziyên fêrkirin û perwerdê kir.

Mûsa têkildarî mijarê wiha axivî: "Bi vê lêçûnê, dibistanên ku jê beşek hatibûn wêrankirin hatin sererastkirin, ji derî, pace, lêkirina jûreyên havînê û çêkirina daniştan, xezaneyên avê û sotemeniyê, sobe û alavên veguhastina avê."

Mûsa bi lêv kir ku komîteyê 5 hezar jûrên havîn bi hemû pêdiviyên pêwîst ên xwendinê amade kirin, 15 dibistanên çêkirî ji bo herêma Ezbe û Muiziyê hatin lêkirin, 99 cihên kanalîzasyonê yên ku bi beşî hatibûn wêrankirin hatin sererastkirin û 4 cihên kanalîzasyonên yên nû li dibistanên dîtir hatin çêkirin.

Mûsa wiha gotina xwe berdewam kir: "Me 15 hezar danişt, 2 hezar dep, 600 depoyên ava vexwarinê, 4 stêrên avê ji bo dibistanan anîn. Li gel wê jî 10 hezar daniştên dîtir ên ku berê hebûn, hatin sererastkirin û komeleyên perwerde hatin vekirin."

 ‘HÊ JÎ ASTENGÎ HENE’

Tevî van kedan hê jî astengiyên dîtir li hember xebata perwerdê yên li Dêrazorê hene, ji ber 96 dibistan li derveyî xizmetê ne, ji ber bi temamî hatine wêrankirin, li gel wê jî pêdiviya dibistanên dîtir bi pêdiviyên guncawa û xebata jinûve sererastkirinê hene.

Têkildarî vê yekê, hevserokê Komeleya Perwerdeyê ya bajarokê Sosê Casim Hero da zanîn ku îsal beşa perwerdê pêngavên rastîn ber bi pêşdeçûnê ve avêtine û wiha pê de çû: "Hê jî gelek astengî li hember jinûve serastkirina dibistanan û dabînkirina pêdiviyên perwerdê hene."

Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê hewl dide di sala bê de xwe bigihîne dibistanên li rojhilatê Dêrazorê hatine wêrankirin, da ku jinûve sererast bike.

Li gorî hevserokê Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Kemal Mûsa, wan ji bo sala bê mîzaneya 5 milyon û 274 hezar dolar xwestiye, da ku komîte xebatên li dibistanan pêk bîne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pqVRVVlW1xs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>