Li Kabulê êrişeke bombeyî: Bi kêmanî 5 kes mirin

Di êrişa bombeyî ya li paytexta Efganistan Kabulê pêk hat de piranî doxtor bi kêmanî 5 kes mirin.

Li Kabulê êrişeke bombeyî: Bi kêmanî 5 kes mirin
22 kanûn, 2020   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî daxuyaniya ji aliyê polîsan ve hate dayîn, bombeyek manyetîk ku li ser wesayîta doxtorên ji bo hikûmetê kar dikir hatibû bicihkirin teqiya.

Di teqînê de 3 jê jin 1 mêr û kesek di rê de diçû mirin. 2 kes jî birîndar bûn.

Heta niha kesî êriş li xwe negirtiye.