Kongreya Star û saziyên Efrînê nerazîbûn nîşanî girtina Leyla Guven da

Kongreya Star a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê girtina hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven şermezar kir.

Kongreya Star û saziyên Efrînê nerazîbûn nîşanî girtina Leyla Guven da
22 kanûn, 2020   16:19
ŞEHBA

Desthilata dewleta Tirk duh, 22 sal û 3 mehê cezayê girtîgehê li Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven birî.

Bi dehan endamên Kongreya Star û endamên saziyên sivîl ên herêma Efrînê li parka navçeya Ehdisê ya kantona Şehbayê kom bûn û bi daxuyaniyekî nerazîbûn nîşanî girtina Leyla Guven da.

Di daxuyaniyê de hate got: "Em jinên Kurd û tevahî pêkhateyên li kantona Şehbayê îro li vir kom bûne da ku bang li cîhana bêdeng bikin ku zilm û faşîzma Tirk a li dijî gelê Kurd rêveber, siyasetmedar û parlementerên wê yên ku bi dengê gel hatin hilbijartin rawestîne. Ya herî dawî cezayê girtinê 22 sal û 3 meh li parlementra Kurd Leyal Guven bû. Ev biryara  bi tawanên bê bingeh hate girtin û hemû pîvanên qanûnî û exlaqî bin pê dike.

Divê tevahî cîhan, dewletên Ewropa û cîhanê yên ku îdiaya azadî û demokrasiyê dikin bikevin tevgerê û cezayê ku li Leyla Guven û hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyê hatine birîn rake, faşîzma Tirkiyê û cezayên wê yên li dijî gelê Kurd rawestînin.

Di demekê de ku em bêdengî û komployên navneteweyî yên li dijî gelê Kurd û rayedarên wê şermezar dikin, em teqez dikin ku faşîzma Tirk nikare vîna gelê Kurd û rêberê wê û parlementerên  Kurd bişkîne. Em ji Tirkiyê û tevahî cîhanê re dibêjin em hemû Leyla Guven in û em ê li hemberî dewleta Tirk a dagirker bisekinin."

Piştî xwendina daxuyaniyê agir hat pêxistin û diruşmeyên silavkirina berxwedana girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de hatin berzkirin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9W8rJR8iN0M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>