Li Eyn Îsayê 7 çete hatin kuştin

QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê hatiye têkbirin û di şerê giran de 7 çete hatine kuştin û 3 çete birîndar bûne.

Li Eyn Îsayê 7 çete hatin kuştin
22 kanûn, 2020   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî êrişên dawîn ên li ser navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û tê de diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de li xeta Eyn Îsayê topbaran û êrişên bejahî zêdetir kirine û tevgera balafiran li asîmanê herêmê bê navber dewam dike.

Di dewama daxuyaniya QSD`ê de hate gotin ku şervanên QSD`ê bersiva êrişên bejahî yên çeteyan ên li dijî gundewarên Eyn Îsayê da û li ser wê yekê êriş hatin têkbirin û çete paşde vekişiyan.

Her wiha hate diyarkirin ku 21`ê Kanûnê (duh) di saetên şevê de, çeteyên dagirker ji çend aliyan ve êrişî gundê Mişêrfê kir û di navbera wan û şervanên QSD`ê de şerekî giran rû da. Di encama bersivdayîna şervanên QSD`ê de 7 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

(cx)