Li Dêrazorê 515 sobe li dibistanan hatin belavkirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê 515 sobe ji bo dibistanên gundên li rojhilatê Dêrazorê pêşkêş kirin.

Li Dêrazorê 515 sobe li dibistanan hatin belavkirin
22 kanûn, 2020   10:56
DÊRAZOR

Li gorî Komîteya Perwerdê Û Fêrkirinê 200 sobe li ser 45 dibistanên Navenda Perwerdeyê ya Firatê, 150 sobe li ser 57 dibistanên Navenda Perwerdeyê ya El-Sosê, 55 sobe li ser 37 dibistanên Navenda Perwerdeyê ya Hecînê û 110 sobe li ser 35 dibistanên Navenda Perwerdeyê ya Geranîc belav kirin.   

/ar/uploads/files/2020/12/22/093239_ljnh-altrbyh-waltalym-bdyr-alzwr-twza-515-swbh-lmdars-alryf-alshrqy-28229.webp

Di sala borî de Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê 3 hezar û 62 sobe ji bo dibistanên gundên rojhilat tevî mazotê pêşkêş kiribûn.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d5KrryIWapA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>