Ji Eyn Îsayê bang: Divê civaka navneteweyî li hemberî êrişên dewleta Tirk bê deng nemîne

Şandeyên jinan ên beşdarî konê çalakiyê yê li navçeya Eyn Îsayê bûne, bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku li hemberî êriş û zêdegaviyên artêşa Tirk a dagirker li navçeya Eyn Îsayê, bê deng nemînin.

Ji Eyn Îsayê bang: Divê civaka navneteweyî li hemberî êrişên dewleta Tirk bê deng nemîne
22 kanûn, 2020   12:44
 EYN ÎSA

Çalakiya konvedanê li navçeya Eyn Îsayê ku Kongreya Star a kantona Girê Spî ji bo şermezarkirina êrişên li ser navçeyê û tekezkirina berxwedanê bi rêxistin kiribû, dewam dike.

Îro 2 şandeyên jinan ên ji kantona Kobanê û gundewarên Reqayê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de berdevka Kongreya Star a kantona Kobanê Rozerîn Mihemed axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên navçeya Eyn Îsayê, şermezar kirin.

/kr/uploads/files/2020/12/22/124620_120901_eyn-isa-2-28129.webp

Rozerîn bang li civaka navneteweyî û hêza garantor Rûsyayê kir ku li hemberî êrişên li ser navçeyê ji bêdengiya xwe derkevin û wan zêdegaviyan bi dawî bikin.

Duh, şandeyeke jinan ji Reqayê beşdarî konê çalakiyan bûbû. Tê payîn çalakî 3 rojan dewam bike.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DtkA7NKT9WU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>