Dewleta Tirk mudaxeleyî dan û standinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de dike

Dîplomatên lubnanî destnîşan kir ku lihevkirina Îsraîl û Tirkiyê, temamkirina xeta petrolê ya di navbera Xeza û Îsraîlê de û lihevkirinên li ser zeviyên gazê, dê helwesta Lubnanê ya têkildarî sînorên deryayî qels bike.

Dewleta Tirk mudaxeleyî dan û standinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de dike
22 kanûn, 2020   10:04
BEYRÛT

Rojnameya El-Diyar a Lubnanê ku agahiyên xwe dispêrê çavkaniyan, piştrast kir ku serokkomarê Tir Recep Tayyîp Erdogan, meha borî serokê îstixbarata Tirk (MÎT) Hakan Fîdan bi awayekî veşartî şandiye Îsraîlê û ji bo vegerandina têkiliyan bi Îsraîlê re du mijarên sereke pêşkêş kirine.

Li gorî çavkaniyan mijara yekê ew e ku şîrketên Tirk bikaranîna bendera Heyfa bi dest bixin û ya din mijara zeviyên gazê ye.

Li gorî çavkaniyan, aliyên Tirk û Îsraîlê dan û standinên gihandina gaza Îsraîlê ji Ewropayê re bi rêya Tirkiyê, temam kiriye.

Gelek dîplomatan destnîşan kir ku lihevkirina Îsraîl û Tirkiyê, temamkirina xeta petrolê ya di navbera Xeza û Îsraîlê de û lihevkirinên li ser zeviyên gazê  dê helwesta Lubnanê ya têkildarî sînorên deryayî qels bike.

Rojnameyê diyar kir ku li gel van pêşketinan, dê Lubnan bi provokasyona Amerîka û Îsraîlê re rû bi rû bimîne.

(şx)