Ajansa El-Xeber a Yemenê: Hezar û 121 jin di girtîgehên Hûsiyan de ne

Ajansa El-Xeber piştrast kir ku hezar û 121 jin di girtîgehên koma Ensarullah a Hûsiyan de ne, di nav de zarok û jinên temenmezin jî hene. Rêxistinên hiqûqî banga serbestberdana girtiyan kir.

Ajansa El-Xeber a Yemenê: Hezar û 121 jin di girtîgehên Hûsiyan de ne
22 kanûn, 2020   10:50
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa El-Xeber a Yemenê ya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke ewlehiyê li herêmên di bin kontrola Koma Ensarullah a Hûsiyan de, piştrast kir ku hejmara girtiyên jin gihaştiye hezar û 121`an û di nav de zarok û jinên temenmezin jî hene.

Li gorî çavkaniyan, girtiyên jin rastî cureyên îşkenceyê yên herî hov tên.

Di gelek raporên herêmî û navneteweyî de tê piştrastkirin ku koma Ensarullah sûcên bi zanabûn li dijî jinan pêk tînin û mafên wan binpê dikin.

9 rêxistinên yemenî bang kir ku tevahiya jinên girtî di girtîgehên komê de bê şert werin berdan û çaranûsa jinên revandî were eşkerekirin. Her wiha destnîşan kirin ku ji bo darizandina sûcdarên girtina jinan û sûcên li dijî wan di girtîgehan de têne kirin û ji bo girtina tevahiya girtîgehên veşartî, divê komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî were avakirin.

(şx)