Yekemîn rêwîtiya ji Îsraîlê ber bi Mexribê ve dest pê kir

Piştî du hefteyan ji ragihandina peymana aştiyê ya di navbera her du welatan de, îro yekemîn rêwîtiya ji Îsraîlê ber bi Mexribê ve dest pê kir. Di rêwîtiyê de şêwirmendê serokê Amerîkayê Jared Kushner tevî şandeyeke Îsraîl-Amerîkayê heye.

Yekemîn rêwîtiya ji Îsraîlê ber bi Mexribê ve dest pê kir
22 kanûn, 2020   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî 12 rojan ji ragihandina peymana aştiyê di navbera Îsraîl û Mexribê de, rêwîtiya Îsraîlê ya yekser ji Mexribê re dest pê kir. Beriya ku balafir bi rê bikeve, Jared Kushner wiha got: “Mexrib û Îsraîl dixwazin xwe nêzî hev bikin. Serokê Amerîkayê Donald Trump hewl da siyaseteke cuda li Rojhilata Navîn bimeşîne.”

Serokê Amerîkayê Trump di 10`ê Kanûnê de, ragihand ku Mexrib û Îsraîlê peymana aştiyê pêk aniye û dê têkiliyên dîplomatîk û rêwîtiyên hewayî yên di navbera her du welatan de dest pê bikin. Bi wê yekê, piştî Îmarat, Behreyn û Sûdanê, Mexrib bû welatê Ereban ê çaremîn ku îsal peymanên aştiyê bi Îsraîlê re çêdike.

(cx)