Hevserokê meclisa gundê El-Kuber ê Dêrazorê hate kuştin

Vê sibehê hevserokê meclisa gundê El-Kuber ê Dêrazorê Mihemed Xelef El-Necim bi mayînekê ku di erebeya wî de hatibû bicihkirin, hate kuştin.

Hevserokê meclisa gundê El-Kuber ê Dêrazorê hate kuştin
Hevserokê meclisa gundê El-Kuber ê Dêrazorê hate kuştin
Hevserokê meclisa gundê El-Kuber ê Dêrazorê hate kuştin
Hevserokê meclisa gundê El-Kuber ê Dêrazorê hate kuştin
Hevserokê meclisa gundê El-Kuber ê Dêrazorê hate kuştin
22 kanûn, 2020   09:01
DÊRAZOR

Teqîn li pêşiya Şaredariya Gel a gundê El-Kuber ê rojavayê Dêrazorê bi mayînekê ku di erebeya Mihemed Xelef El-Necim de hatibû bicihkirin, pêk hat. Tê texmînkirin ku mayîn ji dûr ve hatiye teqandin.

Tîmên bêbandorkirina mayinan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê bûyerê dorpêç kir û dest bi lêpirsînê kir.

Beriya nêzî mehekê kesên nenas bi ser mala serokê Nivîsgeha Zabîteyê ya Şaredariya El-Kuber de girtibû û ew kuştibû.

(cx)

ANHA