Li Cereblûsê zimanê Tirkî li şêniyan tê ferzkirin

Li Cerablusê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên pişaftinê dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker li bajar zimanê tirkî li gel ferz dike.

Li Cereblûsê zimanê Tirkî li şêniyan tê ferzkirin
22 kanûn, 2020   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî roj bi roj berfireh dikin û her ku diçe sûcekî din li sûcên xwe yên şer zêde dikin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gel sûcên xwe yên revandin, kuştin, tacîz û tecawizê, li Cerablusa dagirkirî zimanê tikrî li gelê bajar ê resen ferz dikin.

Hate zanîn ku li Cerablusê bi navê qaşo ‘Gerînendetiya Ewlehiyê ya Cerablusê’ saziyek hatiye vekirin û ev sazî ji aliyê leşkerî yê polîtîkayên tirkkirinê berpirsyar e û zorê li gel dike ku bi tirkî biaxive.

Her wiha di belavokekê de ku li herêmê ji bo serlêdana leşkeriya bipere hatiye weşandin, bi zimanên tirkî û erebî agahî tên dayîn û şertê “Heke bi tirkî biaxive çêtir e” datînin.

ANHA