​​​​​​​Qeleçî: Ne pêkan e ku dagirker bibe garantor

Sekretêrê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesans a Sûriyê Mistefa Qeleçî got, ne guncaw e ku sêaliyên Astanayê bibin piştevanên xebata siyasî ya li Sûriyê. Qeleçî bang li tevahî sûriyan kir ku di yek xendekê de parastina xaka Sûriyê bikin.

​​​​​​​Qeleçî: Ne pêkan e ku dagirker bibe garantor
22 kanûn, 2020   05:01
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA HEBÎB

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya gantorên agirbestê li hemberî van êrişan, Sekretêrê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesans a Sûriyê Mistefa Qeleçî  got, şêaliyên Astanayê nabin ku bibin sponserên xebata siyasî ya li Sûriyê, ji ber ne gungaz e dagirker bibe garantor.

Qeleçî wiha domand: "Parastina Eyn Îsayê ne berpirsyariya Rûsyayê tenê ye. DYA’yê bi bêdengiya xwe ya li hemberî êrişên domdar ên Tirkiyê hevkar e, helwesta DYA'yê dide diyarkirin ku qebûl dike ku Tirkiyê herêmên ku bixwaze dagir bike."

Siyasetmedarê sûrî Mistefa Qeleçî da zanîn ku divê gelê Sûriyê pişta xwe nedin tu kesî û parastina xaka Sûriyê bikin.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesans a Sûriyê Mistefa Qeleçî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji tevan tê xwestin ku di yek xendekê de li gel hêzên artêşa Sûriyê, QSD’ê û tevahî rûmetdaran de bisekinin. Ji ber biyanî kî dibe bila bibe, dagirker e, ne hevalbend e."

(dm)

ANHA